Danişîna doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
- 11:48 10 Çile 2025
- Hiqûq
STENBOL - Derbarê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan de bi hinceta "Muxalefeta li hemberî qanûna 2911'an a meş û civînê" de doz hatibû vekirin. Ji ber ku dadger bi destûr bû hat taloqkirin.
46 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di çalakiya 700'î de ya li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin û bi hinceta "Muxalefeta li hemberî qanûna 2911'an a meş û civînê" doz hat vekirin. 15'emîn danişîna dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Caglayana Stenbolê hat dîtin. Parêzer di danişînê de amade bûn.
Ji ber ku dadger bi destûr bû danîşîn hat taloqkirin.