Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
- 14:11 11 Çile 2025
- Rojane
İSTANBUL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1033'an a çalakiya xwe de ji bo 11 kesên li navçeya Basanê hatin qetilkirin banga edaletê kirin, careke din diyar kirin ku divê kujer bên darizandin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev, bi qurnefîl û wêneyên windayên xwe yên di çalakiya vê hefteyê de jî li qadê kom bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî piştgirî da, ji bo 11 kesên 29 sal berê li Basan a Şirnexê hatin qetilkirin, "edalet" xwestin. Metna çapemeniyê ji aliyê Nûnera ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin.
Berpirsiyariya dewletê û Komkujiya Basanê
Sevîl Tûrgût bi bîr xist ku dewlet neçar e binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li hemberî kesan ku di bin parastina wê de tên kirin lêkolîn bike, rastiyan eşkere bike û edaletê pêk bîne. Sevîl Turgut, da zanîn ku li Tirkiyeyê dewlet vê erka xwe pêk neaniye û hewldana malbatan a ji bo eşkerekirina heqîqetê jî hatiye astengkirin, Sevîl Turgut bi bîr xist ku di 15'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basan a Şirnexê 11 kesên hatin binçavkirin di wesayitekê de hatin gulebarankirin hatine cem hev.
Kîteyên komkujiyê
Sevîl Turgut kîteyên bûyerê wiha vegot: “Li gorî rapora Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re ku di qeydên dewletê de jî cih girtiye, di navbera 10-12’ê Çileya 1996'an de leşkeran bi ser gundê Çevrimli û Yatagan ên navçeya Basana Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ji malên xwe hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak. 6 gundiyên ku li vir rastî îşkenceyên giran hatin, li tabûra cendirmeyan hatin qetilkirin."
Sevîl Turgut, da zanîn ku di 15'ê Çileya 1996'an de ji cendirmeyan bang li keyayê gundê Koçyurdu û cerdevan Mehmet Oner kirine û wiha dewam kir: "Cendirmeyan gotine ku em ê kesên hatine binçavkirin serbest berdin û ew munubusekê dixwazin. Mehmet Öner ji rewşê dikeve şikê û ajokar bi tenê neşand û cerdevanên Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr bi xwe re birin û bi mînîbusa ku Ramazan Nas diajot çû Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak.
Leşkerên ku di tabûrê de tenê li benda mînîbusê û ajokar bûn, ji bo şahid nehêlin cerdevan jî qetil kirin. Cenazeyên 6 gundiyên ku berê hatibûn qetilkirin bi tevahî 10 kes bi kursiyên mînîbusê ve hatin girêdan û çenteyên wan danîn ser serê wan. Mînîbusa ku di bin kontrola cendirmeyan de derketibû rê, li nuqteyeke ji aliyê leşkeran ve hat girtin hat rawestandin. Piştî ku leşkerên di mînîbusê de ji wesayitê derketin, mînîbus pêşî hat gulebarankirin û piştre jî bi roketan hat şewitandin. Ajokar Ramazan Nas ê ku xwest bireve jî bi guleyan hat kuştin. Cenazeyên ku radestî malbatan nehatin kirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî komî hatin definkirin.
Hewldanên piştî komkujiyê hatin kirin
Sevîl Turgut diyar kir ku di tiştên ku qewimîn de gelek hêmanên nakok hene û wiha got: “Gelek rewşên nakok hebûn, wek cerdevanên çekdar ên di mînîbusê de bersiv nedan guleya li ser wan hat barandin, ji bilî ajokar tu kesî hewl neda bireve. wesayitên bi mînîbusa ku zirareke mezin danê yên cendirmeyan , zirar nedîtin."
Her wiha Sevîl Turgut balkişand ku nasnameyên cenazeyên şewitî sax mane.
Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re bi şik nêzî daxuyaniyên fermî bûn û çûn cihê bûyerê û di bin ronahiya agahî û belgeyên ku bi dest xistin de gotin, "Hêzên dewletê ev komkujî pêk anîn." Bi rapora ku amade kirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte û Serfermandariya Giştî dan. Lêbelê, hemî hewldan bi ser neketin."
Banga edaletê
Sevîl Turgut bi bîr xist ku di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dîtin de ji ber ku Tirkiye erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor pêk neaniye û binpêkirina mafên malbatan hatiye mehkûmkirin û wiha got: Wezîrê Dewletê yê wê demê Adnan Ekmen got, 'Bûyer Dema lêkolîn kirine, derketiye holê ku dewlet li pişt wê ye. Komkujiya Basanê ya ku bi gotina “Karê JÎTEM’ê bû, me nedikarî em bêjin” derket pêş, sûc e. Erka dewletê ye ku zirxên bêcezakirina sûcdaran rake û civakê bi zelalî agahdar bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo 11 kesên li Basanê hatin qetilkirin edaletê bixwazin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
'29 sal in ez li edaletê digerim'
Piştî daxuyaniyê xizma windayan Emîne Erbek axivî û diyar kir ku ew 29 sal in li edaletê digerin û wiha got: “29 sal in ez têdikoşim lê edalet tune ye. Em şer naxwazin, tenê daxwaza me ew e ku edalet pêk were û berpirsyar bên cezakirin. Bi şer çareserî nabe. Ji bo bidawîkirina şer bi salan e em têdikoşin. Êdî bes e em şer naxwazin."
Çalakî bi qurnefîlan bi dawî bû
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Basanê hatin qetilkirin li Qada Galatasarayê qurnefîl danîn û çalakî bi dawî bû.