Tirkiyeyê li Tişrînê di 2 rojan de 5 kes qetil kir

  • 22:10 16 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê a Kantona Firatê diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bendava Tişrînê de di 2 rojan de 5 kes hatine qetilkirin û 40 jî birîndar bûne.
 
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firat der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser gelê Bendava Tişrînê daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ser Bendava Tişrînê hatî dayîn çalakvanên ser bendê beşdar bûn.
 
‘Nahêlin birîndaran derxînin’
 
Hevseroka Desteya Tenduristiyê a Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm daxuyanî da û got: “Em wek gelê Kantona Firatê ji bo parastina Bendava Tişrînê em ji ji duh ve hatin vir. Em ji duh de li vir in. Dewleta Tirk bi top, obîs, balafiran êrîşî ser gelê sivîl dike. Ji duh ve hejmara birîndar gihîş nêzî 40 kesî. Heta niha 5 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di ti şeran de ti carî ambulans hedef nayên girtin. Dewleta Tirk sivîlan û amblansan hedef digire. Li vir birîndar hene û rewşa wan giran e. Li derve hemû ambulansên me hedef girtine û şewitandine. Em nikarin van birîndaran ji vir derxin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ji bo em karibin birîndaran ji vir derxin û bibin nexweşxaneyê bila ambulansên me hedef neyên girtin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî bû.