ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 17 Çile 2025
- Rojev
* Endama Kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo, bal kişand ser guhertin û biryarên nû yên komên cîhadîst ên HTŞ'ê yên derbarê jinan de û wiha got: "Sîstema ku bi temamî jinê paşguh û tune didin hesbandin didin avakirin. Divê li hemberî sîstema tunehesibandinê jin hişyar bin." BI DÎMEN
* 'Konfederalîzma Demokratîk cihêrengiya etnîkî, olî û çandî hembêz dike, mafê her civakê yê xweîfadekirin û temsîliyetê qebûl dike. Diyalog û hevgirtinê di navbera civakan de teşwîq dike û di heman demê de dihêle ku nasnameyên cihê bi hev re bijîn.' NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyeyê û nîqaşên rojane nirxand û got: “Li aliyekî qirkirin tê ferzkirin li aliyê din jî diyalog û aştî tê ferzkirin. Çiqas cidî ne wê dem nîşan bide.”DÎMEN HEYE
*Rojnameger Ciwana Cuma ya ku ji ser hesabên medyaya dijîtal hat hedefgirtin diyar kir ku saziyên dibêjin mafê rojnamegeran diparêzin ka li ku derê ne, wê kengê xwedî li mafê rojnamegeran derkevin? Ciwana Cuma, wiha axivî: "Wê bi rihê Cîhan û Nazim heta dawî li vê bendavê bibin dengê gel." BI DÎMEN