Dilê gelê Heleb bi berxwedêrên Tişrînê re ye
- 09:06 19 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn êrişên li hemberî Bendava Tişrînê şermezar kirin û gotin: "Em bûne tirs û ketine dilê dijmin. Em top û tifingan natirsin û dilê me her bi QSD'ê re ye."
Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî berdewam dikin. Bi taybetî li hemberî Bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û gundewarên kantona Kobanî tên hedefgirtin. Di van êrişan de rojnameger, tenduristvan û parastvanên mafan jî di nav de 11 kes hatin qetilkirin û 61 kes jî birîndar bûn. Li hemberî van êrişan gelê herêmê berxwedanek dîrokî didin.
Jinên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê dijîn jî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bertekên xwe li hemberî êrişan anîn ziman û peyama domandina berxwedanê dan.
'Em bûne tirs û ketine dilê dijmin'
Sozdar Reşo, li hemberî êrişan bertek nîşanda û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev bû 10 roj gelê me daketine Bendava Tişrînê da ku piştgiriya berxwedanê bikin û piştevaniya şervanên xwe bikin. Em dest ji şervanên xwe bernadin. Em bi şervanên xwe re ne. Em bi QSD'ê re ne em ê bi hev re bi ser kevin. Divê bê zanîn em tu carî bi êrişan xilas nabin. Îro Dewleta Tirk ji gelê me ditirse û lewma sivîlên me dike hedef. Lê em ji Dewleta Tirk natirsin. Em bûne tirs û ketine dilê dijmin."
'Em ji top û tivingan natirsin'
Hêvîn Mihemed, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana li ser Bendava Tişrînê û wiha axivî: "Ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrîn û şervanên QSD'ê em daketine qadan. Em dibêjin em piştevaniya QSD`ê dikin. Em dest ji şervanên xwe bernadin. Em ji Erdogan re dibêjin em ji top û tivingên te qet natirsin. Em soz didin ku em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê dest ji berxwedanê bernedin em ê her xwîna xwe ji bo serfiraziyê bidin."
'Dilê me bi QSD'ê re ye' e
Fîdan Faêq jî wekî jinên din bertekên xwe li hemberî êrişa anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro ji bo pêkanîna aştî û azadiyê gelê kurd 40 sal in di nava têkoşînê de ne. Hemû dewletên dunyayê vê yekê dibînin ku çawa 40 sal in gel bi qirkirinê re rû bi rû ne. Lê belê bê deng mane. Îro gel ji ber daketine Bendava Tişrînê da ku piştgiriya hêzên xwe bikin tên hedef girtin. Îro cîhan behsa Gelê Kurd dike lê Dewleta Tirk di êrişên xwe de bi îsrar dike. Ji bo parastina axa xwe me zarokên xwe da. Îro jî ji bo ku em axa xwe biparêzin me zarokên xwe. Êdî tirsa me ji kesî nemaye. Em hezar silavên xwe ji QSD`ê û gelê me yê berxwedêr re rêdikin erê em ji hev dûr in lê dile me li gel wan e."