Berxwedana Kobanê li Tişrînê didome
- 09:04 25 Çile 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Endama Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî Eyşe Efendî der barê azadbûna Kobanê de nirxandin kir û da zanîn ku gel bi rihê berxwedana Kobanê ya sala 2014’an de derketiye qadê, li Tişrînê têdikoşin û got:” Piştgiriya me gel e. YPG, QSD ye, hêzên parastinê ne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li ser essê felsefe û paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şoreşa Rojava pêk hat û ji bo gelan bû hêvî. Di heman demê de jî bû hedefa hêzên hegemonîk. DAIŞ’ê bi piştgiriya hêzên hegemonîk û hêzên herêmê di 13’ê îlona 2014’an de Kobanê dagir kir.
Bi dagirkirinê re Kurdên her çar parçeyê Kurdistanê bi rihê seferberiyê rabûn ser piyan û herikîn Kobanê. Di encama berxwedana li dijî DAIŞ’ê de Kobanê di 26’ê Çileyê 2015’an de azad bû.
Yek ji jinên ku şahidiya pêvajoya Kobanê kir û di berxwedanê de cih girt, Endama Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî Eyşe Efendî ye. Eyşe Efendî der barê pêvajoyê de û berxwedana dîrokî ya niha li Tişrînê tê dayîn de axivî.
‘Tişrîn cihê berxwedanê ye’
Eyşe Efendî da zanîn ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn şerê hebûn û tunebûnê ye û wiha got: “Şerê ku niha tê meşandin gelekî tund û tijî hovîtî ye. Ev bi salan e li hemberî Kobanê êrîşên bênavber hene. Rewşa şer a di sala 2014’an de hat jiyîn îro jî dubare dibe. Şerê li dijî DAÎŞ’ê rawestand, êrîşên Îsraîl dan aliyekî, bi Kurdan re mijûl dibin. Emîrê DAIŞ’ê Erdogan û DAIŞ şerê me dikin. Di şerê Kobanê de çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn û seferberî hat ragihandin. Di heman demê de gelek kesên biyanî jî tevlî seferberiyê bûn û şehîd bûn. Çawa ku îro berxwedana sala 2014’an tê dayîn, îro jî şehîdên di vê pêvajoyê de tên dayîn. Îro Tişrîn cihê berxwedanê ye. Li aliyê din li Tişrînê jî nobeda berxwedanê ji aliyê gelê sivîl ve hatiye destpêkirin. Dema em van hemû êrîşan dinêrin, tê dîtin ku li dijî Kurdan şerekî taybet heye. Emîrê DAIŞ'ê dibêje, kurdek li ku hebe ezê êriş bikim. Em jî dibêjin: Heta ku em hebin em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Berxwedana gel
Eyşe Efendî daxuyakirin ku Tirkiye bi SÎHA’yan êrîşa gelê ku li dijî şerê Tişrînê dimeşe dike û wiha bi lêv kir: “Li wir 5 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn. Gelê li wir hê jî li hemberî hemû êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide. Dema ku êrîşa li ser Efrînê hat destpêkirin gel li wir li ber xwe da û nobedê girt. Her wiha gel her tim li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe daye û li ber xwe dide. Hemû cîhanê ev yek dît. Çawa ku Şehîd Zehra got 'Em ji mirinê mezintir in' Em jî dibêjin Rojava nekeve, em ji mirinê mezintir in. Hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Li aliyê din hêzên navneteweyî yên li vir li dijî êrîşan tiştekî nakin. Di bin ala wan de êrîş pêk tên. Berxwedana li hemberî vê yekê xwedî wateyeke mezin e.”
Silavkirina berxwedana Îmraliyê
Eyşe Efendî dayikên li sînor li ber xwe didin silav kir û got: “Berxwedana di 2014’an de li sînorê Kobanê hat dayîn pir bi nirx bû. Îro jî nobet li sînor hatine destpêkirin. Ev gelek girîngin e lê têr nakin. Divê tevlibûn hîn bêtir zêde bin. Em berxwedana zindanan ya moral didin me silav dikin. Em berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikin.”
Piştgiriya me gel, YPG û QSD ye’
Eyşe Efendî daxuyakirin ku wê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wiha vegot: “Gelê Kurd çawa di 2014’an de piştgiriya leşkerî bo Kobanê kir wê îro jî bike. Bi xwîna şehîdan di 2014’an de sînor hatin rakirin. Dayikên şehîdan yekidî av akirin. Li her çar paçeyî yekitî ava kirin.Hemû kesên ji xwe dibêjin em demokratin divê li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Em pişgiriya xwe ji gelê xwe, YPG, QSD û û hêzên parastinê digirin.Ez hemû qadên berxwedanê silav dikim. Hêvîdarim ji RÊber Apo mizginiyek bê. Berxwedan jiyane. Şehid namirin.”