Li Amedê ji bo Rojava deklarasyona azadiya gelan

  • 11:17 26 Çile 2025
  • Rojane
AMED -  Li Amedê deklarasyona “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat eşkerekirin. Di deklarasyonê de hat gotin:"Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rojhilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e."
 
Bi daxwaza ku statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, li Amedê deklarasyona “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat ragihandin. Deklarasyon li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) hat ragihandin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 418 partî û rêxistin jî piştgiriyê didin deklarasyonê. Metna deklarasyonê ya kurdî şanoger Ozcan Ateş û ya tirkî jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik xwend. 
 
Di dewamiya deklarasyonê de wiha hat gotin:
 
"Li Rojhilata Navîn a ku ji çand, ziman û baweriya gelan re wargehî dike, alozî her ku diçe kûr dibin. Sînorên ku bi Yekemîn Şerê Cîhanê ve li ser înkara rastiya çandî, civakî û siyasî ya herêmê hatin xêzkirin, ji şûna çareseriyê, pirsgirêkên li herêmê mezintir kirin. Statukoya ku di salên dawî de ket meriyetê, li Rojhilata Navîn rê li ber qeyran û şerên nû vekir. Sedsala borî nîşan da ku, tu hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin, nabin çareser. Her denklemên ku li ser vê esasê tên kirin, ji xeynî şer û mirinê tu tişt pêşkeşî gelan nakin. 
 
Di her kêliyên dîrokê de bi şerên olî, mezhebi û nijadî lêgerîna azadiyê ya gelan hatiye berovajîkirin. Lêgerîna rêveberiyên yekperest, otoriter, antidemokratik û înkara gelan esas digre, pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rojhilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e. 
 
Di rastiya Sûriyê de geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku, projeyên netew-dewletî yên ku li ser înkara cudahiyan tên avakirin, êdî nikarin li ser piyan bisekinin. Li Sûriyeyê tekane rêya çareseriyê îradeya xwerêveberinê ya gelên hêrêmê ye. Di 10 salên dawîn de, modela rêvebirinê ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji gelan re derfetên aştî û aramiyê afirand. Dewleta Tirk a ku ev sed sal in pirsgirêka Kurd çareser nake, îro hewl dide modela rêveberiya demokratîk a Rojava ji holê rake. Gelek caran derket holê ku polîtîkayên bi vî rengî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din di çareserkirina pirsgirêka Kurd de encam nadin, bi kêr nayên. Berovajî vê yekê, ji ber polîtîkayên ku dimeşin pirsgirêka Kurd bû pirsgirêkeke navnetewî. 
 
Em weke partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên demokratîk ên ku destnîşanên wan li jêr hene, geşedanên li Sûriye û Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînin. 
 
Ji rayagiştî re pêşgotina "Peymana Civakî ya Rojava" bi bîr dixin: “Ji bo avakirina edalet, azadî û demokrasiyê di civakeke wekhev û ekolojîk de cihêkariya ol, ziman, nîjad, bawerî, mezheb û zayendî lê nebe. Ji bo pêkhateyên civaka demokratîk li gel avahiya xwe ya siyasî-exlaqî bigihêjin nirxên jiyanê yên piralî, resen û hevpar. Ji bo rêzgirtina li mafên jinan û ji bo mafên jin û zarokan bi bingeh bibin. Ji bo parastin, xweparastin, azadî û rêzgirtina baweriyan. Em weke gelên herêmên xweseriya demokratîk; Kurd, Ereb, Suryanî (Asûrî û Aramî), Tirkmen û Çeçen vê peymanê dipejirînin.
 
Bangawaziya me ev e: “Gelên ku li herêmê dijîn êdî nikarin jiyana bê statû tehemûl bikin. Bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn jî aştiyê bi xwe re bîne. Bi vê ve girêdayî em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û piştgirî bidin avakirina rêveberiyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bên parastin."