Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şoreşa Rojava silav kir

  • 12:15 26 Çile 2025
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, bi sernavê “Jiyana li Kobanê hatiye avakirin ji bo hemû jinan bû hêvî” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Şoreşa Rojava hat silavkirin û hat gotin:"Jiyana nû ya li Kobanê hatiye avakirin, dê her tim ji bo jinan hêvî be. Silav ji wan jinên ku di nav tarîtiyê de bûne ronahî û rê nîşan dayin. Silav ji kesên di bin sîya şer de civak ava kirin. Silav ji Şoreşa Jinê ya Kobanê re.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, bi sernavê “Jiyana li Kobanê hatiye avakirin ji bo hemû jinan bû hêvî” daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê ku dijminê jinê ne, bi alîkariya hêzên navneteweyî û hêzên herêmî xwestin di sesala 21'emîn de Rojhilata Navîn veguherînin tarîtiyê. Ev çeteye, 10 sal berê bi saya berxwedana destanî ya jinan li Kobanê ji vê xakê hatin qewirandin û derxistin. Berxwedana mezin a li Kobanê ku bi pêşengtiya jinan derket holê, weke berxwedan û şoreşa jinê li dîrokê hate nivîsandin. 
 
Berxwedana destanî û serkeftina hatiye bidestxistin, nîşan da ku gel tu caran dev ji azadiya xwe bernadin. Kobanê ku sembola berxwedan û azadiyê ye, bajarê jina ye. Kesên ku îro careke din bi destê çeteyên bipereyan şer dikin êrişî Kobanê dikin bila baş zianin ku tu hêz nikarin xwe li ber azadiya jinan, gelan û têkoşîna wekheviyê bigirin. Jiyana nû ya li Kobanê hatiye avakirin, dê her tim ji bo jinan hêvî be. Silav ji wan jinên ku di nav tarîtiyê de bûne ronahî û rê nîşan dayin. Silav ji kesên di bin sîya şer de civak ava kirin. Silav ji Şoreşa Jinê ya Kobanê re.” 
 
Lijneya MYK'ê ya DEM Partiyê daxuyanî da
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de salvegera 10’emîn a serkeftina Kobanê li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “DAIŞ a ku bi saya wehşeta xwe her der bêyî berxwedanek çêbibe teslîm digirt, a ku dewletan jî xwe nedikariyan li ber bigirin, li Rojava, li Kobanê li dîwarî qelibî. Gelê Kurd ê xaka xwe, jiyana xwe, rûmeta xwe biisrar diparast û şoreşgerên enternasyonalîst ên ji bo azadiyê têdikoşiyan, bi bawerî û fedakariyeke mezin DAIŞ li Kobanê têk bir. Bi vê serkeftina bi pêşengtiya jinan re, jinan dîroka berxwedanê nivîsandin û şoreşa jinan diyariyî hemû cîhanê hate kirin... 
 
Yên ku ev serkeftin ranegirtin, îro jî hewl didin tişta DAIŞ’ê nekarî bike pêk bînin. Her hewldana ji bo fetisandina jiyan û modêla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encama vê ranegirtinê ye. Êrişên ser Tişrînê û Kobanê, berdewamiya êrişên DAIŞ’ê e. Lê berxwedan û ruhê Kobanê, ruhê wekhevî, azadî û pêkvejiyanê ye. Dijminatiya li hemberî Kobanê ne tenê li dijî gelê Kurd, dijminatiya li dijî hemû gelên azadîxwaz e. Bi vê wesîleyê em careke din serkeftina Kobanê pîroz dikin. Dê felsefe û baweriya wê afirandî her tim rêyê nîşanî mirovahiyê bide. Gelên me heta tevahiya gelên Rojhilata Navîn azad dibin dê vê rêyê bişopînin.”