Ji Amedê ji bo Tişrînê bang kirin
- 14:27 26 Çile 2025
- Rojane
AMED - Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Tişrînê li Amedê hate protestokirin û wiha ji îktîdarê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc li Tişrînê çawa rewa dibe?”
Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê êrişên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan û xebatkarên tenduristiyê protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta “Êrişên ser sivîlan, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcên li dijî mirovahiyê ne” hate hilgirtin. Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Mûstafa Mesût Kaya, anî ziman ku hedefgirtina sivîl û tenduristvanên li Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Kaya, da zanîn ku di êrişan de ambulans û tenduristvan yekser hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Heta niha 5 ambulans hedef hatine girtin, 3 tenduristvan hatine qetilkirin û 3 jî birîndar bûne. Ji êrişên 8’ê Çileyê heta niha de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 203 jî birîndar bûne. Mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê, bi xala 25’emîn a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye misogerkirin. Mixabin ev bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin.”
Bi domdarî Mûstafa Mesût Kaya bi bîr xist ku dema Îsraîlê li Xezeyê saziyên tenduristiyê, tenduristvan û hwd. hedef digirt, rayedarên AKP’ê berteka “binpêkirina hiqûq û mafên navneteweyî” nîşan dane û wiha pê de çû: “Lê Tirkiye bi destê komên paramîlîter û bi rêya SÎHA’yan sivîl û xebatkarên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Ev rewş jî nakokiyeke mezin derdixîne holê. Li rexekî êrişên ser Xezeyê şermezar dikin, li rexa din jî derfetê didin komên paramîlîter ku xebatkarên tenduristiyê û sivîlan hedef bigirin. Bi gotina herî sivik, ev polîtîkaya durû ye. Nayê qebûlkirin ku AKP hiqûqa navneteweyî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em dipirsin; çima hûn bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê weke sûc dibînin lê bombebarankirina xebatkarên tenduristiyê yên li Tişrînê rewa dibînin?”
Mûstafa Mesût Kaya, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên ser sivîlan û xebatkarên tenduristiyê bikevin nava tevgerê. Mûstafa Mesût Kaya, axaftina xwe weiha qedand: “Êrişên ser tenduristvanan, sûcê şer e. Divê Tirkiye berpirsyartiya xwe ya ji van koman qebûl bike û êrişên wan bide sekinandin. Em bang li civaka navneteweyî û parastvanên mafên mirovan jî dikin ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em bang dikin ku ev êriş bên sekinandin û berpirsyar hesabê bibin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bila destên dirêjî tenduristvanan dibin bişikên” û “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî bû.