Siyasetmedar Gulser Yildirim: Em ê destê aştiyê xurt bikin
- 09:06 25 Çile 2025
- Ramyarî
Oznûr Deger
MÊRDÎN - Siyasetmedara Kurd û aktîvîsta TJA’yê Gulser Yildirim der barê 7 xalên ku di hevdîtina bi Îmraliyê re hat diyarkirin de axivî û got: “Divê destê aştiyê yê Birêz Ocalan dirêj kiriye bê xurktirin. Lê divê gotin û tevger yek bin. Şer û êrîş hêviya gel dihejîne. Tevî hemû êrîşan em ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomînin.”
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirIN û piştî hevdîtinê peyama ji 7 xalî pêk dihat bi rayagiştî re hat parvekirin. Heyetê hevdîtina duyemîn 22’ê Çile de pêk anî. Tê texmînkirin ku di hevdîtina duyemîn de heyetê serdanên ku bi partiyan re kiriye parve kiriye.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulser Yildirim der barê hevdîtinê û 7 xalên çareseriyê de axivî.
‘7 xal ji bo Tirkiyeyê şans e’
Gulser Yildirim da zanîn ku tevî hemû êrîş, îşkence û komkujiyên tên kirin, derfet û perspetîfa Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê şansek mezine û got: “Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo yekitiya gelan şanse. Ger ku welatekî demokratÎk bê xwestin divê li hember nasnameya rêzdqarî hebe û bê nasîn.Ji ber vê jî 7 xalên ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye şansek mezine.”
‘Mîlyonan kes Abdullah Ocalan wek rêber dibînin’
Gulser Yildirim daxuyakirin ku bi mîlyonan Kurd Abdullah Ocalan wek rêber dibîne û ji bo vê kampanyayên îmzeyan dane destpêkirin. Gulser Yildirim ev tişt anî ziman: “Felse û îdeolojiya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye. Ev model modela jiyana ligel hev e. Modela ku hemû gel dikarin ligel hev bijîne.Ev ji bo hemû Rojhilata Navîn şansek mezine. Bi taybet jiyana li Rojava hatiye avakirain divê hemû cîhan xwedî lê derkevin. Ev modela jiyana ku hemû cudahî û gel dikarin ligel hev bijîne.”
‘Her xalek dîrokê dihewîne’
Gulser Yildirim di berdewamiyê de wiha anî ziman: “AKP û dewlet xwedî heman zîhniyete. Abdullah Ocalan hemû xetereyên li pêş civakê dibîne. Tevî hemû êrîşan Abdullah Ocalan di aştiyê de sirar dike û ev şanseke mezine. Pêkanînên li hember Kurdan, tunekirin, qeyûm, tunehesibandina îradeyê didome. Şaredar ji peywirê tên girtin. Qeyûm tên tayÎnkirin. Îradeya mîlyonan tê tunekirin. 7 xalên ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye her yek berpirsyariyeke dîrokî ferz dike. Birêz Ocalan dixwaze aliyên aştiyê xurt bike. Birêz Ocalan xwe ji hemû desthilatdariyê het aniha berpirstir dîtiye. Ji ber vê jî zemîna diyalogê diafirîne. Tevî evqas êrîş Birêz Ocalan zimanekî aştiyane, çêker û erênî bikar tîne. Divê ev bê dîtin.”
‘Divê destê aştiyê bê xurtkirin’
Gulser Yildirim da zanîn ku wê modela civaka demokratîk bi hemû cîhanê bide qezenckirin û wiha domand: “Îro bi destê çeteyan hewl didin model ali Rojava hatiye avakirin bê tunekirin. Em dizanin kî piştgiriyê dide van çeteyan. Birêz Ocalan bi xalên pêşkêş kiriye baldikşîne ser wekheviyê. Divê dengê aştiyê li Tirkiyeyê bibe deng. Divê destê aştiyê yê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye bê xurtkirin.”