Li Akdenizê serhildan di roja 17'an de ye
- 15:42 26 Çile 2025
- Rojane
MÊRSIN - Çalakiya Nobetê ya li dijî qeyûmê tayinî Şaredariya Akdenizê hat kirin, dewam dike. Di çalakiyê de peyama em xespkirina îradeyê qebûl nakin hat dayin.
Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê hatibû destpêkirin di roja 17'an de berdewam kir. Di daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê ya di bin dorpêça polîsan de, bi tevlîbûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, peyam hat dayîn ku ew ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk bê sekinandin. Di çalakiyê de lolîpopên bi nivîsên "Rê ji qeyûm re nîne", "Rêzgirtina îradeyê", "Jin jiyan azadî" û "Hilbijartin vîna me ne" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Zext nikarin me bitirsînin", "Em ê bi ser bikevin", "Şaredarî ya gel e" hatin berzkirin.
'Em ê vîna xwe biparêzin'
Nîzar Esen diyar kir ku ji bo berjewendiyên hikûmetê her cure kiryarên dijhiqûqî tên kirin û got, "Em 17 roj in li vir berxwedana xwe didomînin, em ê vîna xwe li dijî qeyûman biparêzin û gav paşde navêjin. Em bi vê wesîleyê careke din diqîrin ku em vê qebûl nakin û em ê vîna xwe biparêzin."
'Tayinkirina qeyûman sûc e'
Piştre Hevseroka DADÊ ya Mêrsînê Husniye Çelîk axivî û diyar kir ku ew li dijî bêhiqûqiyê ne û wiha got: "Ev hem sûcê destûrî ye, hem jî sûîqestek li dijî aştiya civakî ye."
Nobetê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir