‘Divê em xwedî li pergala li Rojava derkevin’
- 09:02 29 Çile 2025
- Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karaman diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên li hember Rojava modela rêvberiya demokratîk a bi şoreşa jinan di 2014’an de derket holê, hedef digire û got. “Pergala li Rojava hat avakirin hewcedariya me hemûyan e. Ji ber vê divê em xwedî lê derkevin.”
Ji 27’ê Mijdara 2024’an heta niha êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiye bi SÎHA’yan êrîşê Bendava Tişrînê dike û li hember vê jî berxwedaneke mezin tê dayîn.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Arzu Karaman, der barê rewşê de axivî.
‘Divê em bi gelê Rojava re têkoşînê bimeşînin’
Arzu Karaman daxuyakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanek bi heybet tê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Bi êrîşên tên kirin sûcê şer tê kirin. Ji aliyê HTŞ û Tirkiyeyê ve gelê sivîl tê bombebarankirin. Li ber çavê hemû cîhanê sûcê şer sûcê mirovahiyê tê kirin. Sivîl, jin, zarok û ciwan hedef tên girtin. Divê em li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin û bi gelê Rojava re li dijî êrîşan têbikoşin. Divê hêzên navneteweyî li dijî van êrîşan be û bêje êdî bes e. Gelan li wir bi însiyatîfa xwe teşeyê rêveberiyê ava kir. Hêzên kapîtalîst li wir rêveberiya yekparêz dixwaze. Lê ev ne pêkan e. Gelan li wir teşeyê rêveberiya li gorî xwe ava kirine.”
‘Hewcedariya me bi wê pergalê heye’
Arzu Karman wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bang li her kesî dikin ku xwedî wijdan bin. Gelê Kurd ev yek ji hemû cîhanê re îspat kir, rêveberiya xwe ya demokratîk derxist holê. Ji ber ku gelê Kurd ti sîstemeke dewleta netewe ya kapîtalîst qebûl nake, ji ber ku li dijî vê sîstema Kurdan ava kiriye, hewl dide tine bike. Dixwazin hebûna gelê Kurd a li Rojhilata Navîn û şêwaza rêveberiyê ji holê rakin. Ji ber vê yekê dewlet têkildarî tiştên li wir diqewimin dengê xwe nakin, lê divê gel bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike. Sîstema ku li Rojava hatiye avakirin sîstemek e ku em hemû hewcedar in. Ji ber vê jî divê em vê sîstemê biparêzin.”
‘Em ê xwedî li destkeftiyan derkevin’
Arzu Karaman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 2014’an de li Rojava şoreşa jinê pêk hat. Lê belê gelek destkeftiyên jinan ketine pratîkê. Pratîka 'civaka wekhev' a ku em diparêzin derketiye pêş. Li wir jin û mêr di her saziyê de wekhev cih girtin. Yek ji hedefên li vir jî modela jinê ya li wir hatiye çêkirin e. Naxwazin ev model li welatên din belav bibe. Ji ber vê yekê herî zêde jin li wir dibin hedef. Em dizanin ku êrîşa li Rojava êrîşa li dijî şoreşa jinê û destkeftiyên jinan e. Em ê weke jin destkeftiyên ku me bi berdêlên pir giran bi dest xistine li her derê biparêzin."