
ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
- 09:00 1 Sibat 2025
- Rojev
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku komploya navneteweyî ya li hember xwe wek ‘Operasyona gladîo’ bi nav kir, gav bi gav çawa pêş ket? Pêkanîna komployê û têkoşîna li dijî komployê geşedanên dîrokî derxist holê.
* Bi erdhejê re bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes bi nexweşiyên fîzîkî û psîkolojîk ketin. Doktor Gul Tanik got ev nexweşî ji ber îhmalkariyê derketine holê û got ev pêvajo çiqas zû biqede wê nexweşî jî evqas kêm bibin. DÎMEN HEYE
* Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçin zêde dibin û bertekên li dijî êrîşan didomin. Welatiyên bi armanca protestokirina êrîşan tên gel hev, bal dikşînin ser girîngiya hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha dibêjin: “Divê hemû gelê Kurd piştgiriyê bidin Rojava.” DÎMEN HEYE
* Prof. Karîane Westrheîm der barê hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî û balkişand ser şert û mercên çareseriyê û got: “Ez nikarim hewldana aştiyê cidî bigirim ku Birêz Ocalan li ser maseyê wekhev cih negire. Bêçekbûn tenê bi danûstandinên cidî dikare pêk were.”