'Ji bo pêvajo pêş bikeve divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'

  • 09:06 21 Nîsan 2025
  • Hiqûq
Şehriban Aslan
 
AMED - Cîgira Seroka Baroya Amedê parêzer Şîlan Çelîk ‘mafê hêviyê’ nirxand û got: “Tirkiye ne tenê ji bo pêkanîna biryara ku DMME’yê daye; ji bo pêşketina vê pêvajoyê û erênîbûnê divê sererastkirinên qanûnî bike.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û nîqaşên ‘mafê hêviyê' di rojevê de cihê xwe digirin. Di 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di mijara mafê hêviyê de biryar da ku kesên 25 sal li girtîgehê mane divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin. Tevî 11 salan Tirkiyeyê tu gav navêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê Îlonê de biryarên binpêkirinan dîsa xist rojeva xwe û ji bo Tirkiyeyê ku gavên şênber bavêje heta Îlona 2025’an dem da. Lê niha jî tevî 5 meh derbas bûye hîna tu pêşketin tuneye.
 
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde mafê hêviyê carek din hat rojevê.
 
Cîgira Serokatiya Baroya Amedê parêzer Şîlan Çelîk der barê mafê hêviyê de axivî.
 
Şîlan Çelîk diyar kir ku mafê hêviyê ne mafekî normatîk û bi metnên qanûnî hatiye avakirinê ye û got bi riya îçtîhatan hatiye avakirin. Şîlan Çelîk wiha got: “Ji bo behsa mafê hêviyê bê kirin divê li biryarên hatine dayîn bê nêrîn. Cara ewil DMME’ê der barê Yekitiya Qiraltiyê de biryar dane. Di vir de behsa mafê hêviyê tê kirin. Di alî Tirkiyeyê de jî der barê Birêz Abdullah Ocalan de du biryar hatine dayîn. Di van du bairyaran de  cih didin mafê hêviyê. Di biryraên DDB’ê dane de tenê der barê komkujiya Madîmakê de ne. Ji bilî wê behsa mafê hêviyê nayê kirin.”
 
‘Girîng e ku mafê hêviyê bê rojevê’
 
Şîlan Çelîk da zanîn ku anîna rojevê ya mafê hêviyê û axaftina wê girîng e û wiha dirêjî dayê: “Axaftina mafê hêviyê girîng e. Rakirina cezayê darvekirinê ya li Tirkiyeyê di demek nêz de pêk hat. Nû hatiye rakirin. Wek alternatîf cezayê muebeta giran anîn. Di alî kesên ku ev ceza lê hatiye birîn de mafê hêviyê girîng e. Di vê mijarê de hewce bi sererastkirinên qanûnî heye û bi taybet jî bi vê pêvajoya hatiye destpêkirinê. Bi demokratîkbûnê re ev ferz e. Girîng e ku mafê hêviyê bê rojevê û di serî de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê nasîn. Divê di rejîma înfazê de sererastkirin bê kirin. Di şertên muebeta giran de berdana bi şert tuneye. Divê di vê mijarê de jî sererastkirin bê kirin. Dikare mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya qanûnî û pêk bê.”
 
‘DMME li usulê dinêre’
 
Şîlan Çelîk daxuyakirin ku DMME her tim der barê mafê hêviyê de erênî bersivan nade û wiha dirêjî dayê: “Lê di biryarên ku der barê Tirkiyeyê dane de di alî binpêkirinan de biryar daye. DMME hinekî li usulê dinêrin. Lê dema em dinêrin ev biryarên DMME’yê pêk nayên. Divê Tirkiye sererastkirina qanûnî bike. Mafê hêviyê di alî hiqûqî, siyasî û gelek nokteyên din de mijarek mirovahî û wijndanî ye. Kesên cezayê muebetê lê hatine birîn demek dirêj girtî dimînin û ev zirarê di alî rih û fîzîkî de peyda dike. Gelek girtiyên nexweş hene. Ji ber vê divê mafê hêviyê bê nasîn astengî ji holê bên rakirin. Ev di alî hiqûqî û mirovahî de nikare bê qebûlkirin.”