
Li Herêma Egeyê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
- 13:36 26 Sibat 2025
- Rojane
MUGLA - Li Herêma Egeyê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku "Em li dijî îktîdara ku kujerên jinan diparêze serî radikin.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi tevlîbûna gelek jinên Herêma Egeyê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Daxuyaniya ku li ber avahiya Şaredariya Bodruma Muglayê hat dayîn de, Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîdê Turkoglu tevlî bû. Jinan pankarta "Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin" vekirin, dowîzên wekî "Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn", "8'ê Adarê pîroz be", "Jin, jiyan, azadî" û "Girtiyên jin ên siyasî rûmeta me ne" vekirin. Di çalakiyê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.
Halîde Turkoglu di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de li dijî polîtîkayên tundiya li ser jinê, pêkanînên antî demokratîk û polîtîkayên şer li qadan bin. Halîde Turkoglu, anî ziman ku jin bi awayekî sîstematîk rastî şîdetê hatin û wiha got: "Yek ji sedemên ku em îro li Muglayê ne jî ew e ku darazê li ser bersûcê ku Pinar Gultekîn bi awayekî hovane qetil kiriye, polîtîkaya bêcezakirinê dimeşîne. Ev weke wehşeta DAIŞ'ê bû."
Halîde Turkoglu bi bîr xist ku berê plan kiribûn ku 8'ê Adarê li Qersê dest pê bikin û wiha got: “Dema em hatin Qersê qeyûm tayînî Qaxizmanê kirin. Hikûmet bi rêya darazê derbeyê li kesên ku wisa nafikire dixîne. Dema em berê hatin Bodrumê, li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Me li wir got em ê qeyûm qebûl nekin. Em careke din tekez dikin ku qeyûm êrişa li dijî vîna jinê ye. Qeyûm, êriş ne tenê Gelê Kurd, hemû destkeftiyên demokratîk ên vî welatî ye.
Halîde Turkoglu, anî ziman ku Tirkiye bi netewperestiyê tê birêvebirin û zext zêde dibin û diyar kir ku keda jinan bi awayekî sîstematîk tê desteserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em weke jin, dipirsin: Bi rastî hûn keda me dibînin? Hûn derfetan didin ku keda me di qada giştî de were îdiakirin? Di bin navê xebata sist de ewlehiya civakî dabîn dikin? Na! Em vê yekê herî baş dizanin ku hevserokatiyê li dijî siyaseta qeyûman e."
Daxuyanî bi tilîlî û dirûşmeyên jinan bi dawî bû.