ROJEVA 2'YÊ ADARA 2025'AN

  • 09:00 2 Adar 2025
  • Rojev
 
*Şoreşa Rojava di pêşketina nîqaş û têkoşînê de cihekî girîng digire. Tespît û nirxandinên jinên Kurd ji aliyê jinên cîhanê ve tên qebûlkirin û cihê şoreşa jinê jî Kurdistan û Rojhilata Navîn tê nîşandan. DOSYA
 
*Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz û Dayika Şemiyê Hanim Tosun der barê 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê de peyam û daxwazên xwe parve kirin û gotin: “Em di bin serdestiya mêr de azadî û aştiyê naxwazin. Bi salan e em jiyanek wekhev dixwazin. Em ê ji bo vê di 8’ê Adarê de têbikoşin.” DÎMEN HEYE
 
* Berdevka Karê Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç derbarê pêngava li Îmraliyê tê meşandin û pêvajoyê de nirxandin kir û got: “Rêber Apo wê projeyên xwe pêşkêş bike, wê heyet biçin û bên, wê komîsyon bên avakirin. Em bawerin Rêber Apo tu car pêlê texteyê şil nake. Ger însiyatîf girtibe wê demê sedemên ku dizane heye. Berê digotin hemû rê derdikevin Romayê, lê ez dibêjim ku hemû rê derdikevin Îmraliyê, diçin Rêber Apo.” BI DÎMEN 
 
*8’ê Adarê ji bo jinên Fîlîpînê ne tenê pîrozbahiyek, sembola têkoşîna li dijî xizanî, binpêkirin û newekheviyê ye. Ji Gabrîela Sîlang heta îro, tevgera berxwedana berdewam kiriye, heta maf û edelet bê bidestxistin wê bidome. DOSYA 
 
*Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e. Lê em bi dewletê bawer nakin.”  BI DÎMEN