ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 21 Nîsan 2025
  • Rojev
 
* Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi banga 27’ê Sibatê re ji partiyên siyasê heta platformên jinan, seferberiya rêxistinkirina aştiyê dan destpêkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku wê aştiyê mayînde bikin û jinan bikin kirdeya pêvajoyê, wê pêvajoyê bibin her malê, her taxê. DÎMEN HEYE 
 
* Parêzer Sila Dede der barê zêdebûna qetilkirinên jinan de axivî û da zanîn ku dewlet qetilkirina jinan ji nedîtîve tê. DÎMEN HEYE 
 
* Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher der barê girîngiya pergala hevserokatiyê ya di sendîkayan de axivî û got: “Hevserokatî bixwe mudaxaleyek li dijî tekelbûn û destilatdairiyê ye. Di alî demokratîkbûn di alî têkiliyên wekhevî û azadiyê jinê de girîng e. Hevserokarî wek modelekê wê jiyana xebatê demokratîk bike.”  DÎMEN HEYE 
 
* Cîgira Seroka Baroya Amedê parêzer Şîlan Çelîk ‘mafê hêviyê’ nirxand û got: “Tirkiye ne tenê ji bo pêkanîna biryara ku DMME’yê daye; ji bo pêşketina vê pêvajoyê û erênîbûnê divê sererastkirinên qanûnî bike.”  DÎMEN HEYE