ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 25 Nîsan 2025
  • Rojev
 
*Hevseroka Şaradariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem têkildarî peymana bi hukumeta Şamê re hat îmzekirin da zanîn gelekî girîng e ku jin jî di nava vê peymanê de cihê xwe bigirin û got:"Dema jin di guhertina rewşa siyasî ya herêma xwe de dikeve nava guftugoyan ev dîmenekî xweş derdixe pêş. Ev jî berxwedana jinên kurd a li taxan e. Em vê gava dîrokî û tecrubeya xwe ji bo tevahî Sûriyeyê bikin mînak."
DÎMEN HEYE 
 
*Di feraseta konfederala demokratîk û netewa demokratîk de armanca rêxistibûnê parçebûna civakê ji holê bê rakirin û avakirina yekitiyê ye. Ji bo hemû aliyên civakê bên qezenckirin divê her kes têkevin nava liv û tevgerê. Jin bi karekterên hîn bêtir nêzî yekitiyê ne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Done Gevher Koyun diyar kir ku tundiya li ser jinê bi polîtîkayên bêcezahiştinê  zêde dibe û di vê demê de avakirina civaka demokratîk wê zêdetir dengê jinan bide bihistin. Done Gevher Koyun wiha got: “Di avabûna demokratîkbûnê de wê dengê jinan hîn hêsantir bê bihistin. Wê keda jinê bêhtir bê dîtîn û azadiya jinê hîn xurtir pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
* Jin hîna li seranserê cîhanê bi pereyekî kêm, bê qeyd tên xebitandin û tundiyê dibînin. Serhildana keda nayê dîtin di 1’ê Gulanê de bû dengê kolektîf. DOSYA 
 
* Amediyan der barê qetilkirinên jinan de axivîn û diyar kirin ku li dijî tundî û qetilkirina jinan piştevaniya jinan girîng û ferz e. Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin her roj bi bûyerên nû yên qetilkirinên jinan şiyar dibin. Jin xwe ewle hîs nakin û hêrsa jinan li dijî qetilkirinan zêde dibe. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî piştgiriyê didin gumanbaran û ji ber vê jî bi rehetî tundiyê didomînin. DÎMEN HEYE