
Serhildana keda nayê dîtin (1)
- 09:08 25 Nîsan 2025
- Dosya
Kirdeya xurt lê ya bêdeng a 1’ê Gulanê: Jin
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin hîna li seranserê cîhanê bi pereyekî kêm, bê qeyd tên xebitandin û tundiyê dibînin. Serhildana keda nayê dîtin di 1’ê Gulanê de bû dengê kolektîf.
Di roja îro de jin hîna bi heqedestên kêmi, bê qeyd tên xebitin û li kargeriyan tundiyê û newekheviyê dibînin. Keda jinê ne tenê li fabrîqe an jî ofîsan; li malê, kolanan û her derê tê afirandin. Lê keda jinê nayê dîtin. Ji ber vê 1’ê Gulanê dengê karkeran dengê mîlyonan jinî ye jî.
Xetên berxwedana dîrokî ya jinan
Di grevên Chîcago ya 1886’an ku çavkaniya îlhama 1’ê Gulanê de karkerên jin yên tekstîlê di eniya pêş de cih digirtin. Di 1908’an de li New Yorkê 15 hezar karkerên jin ji bo mafên xwe daketin kolanan. Van çalakiyan zemîna qebûlkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî amade kir.
Di 1912’yan de di greva Tekstîlê ya li Lawrence ya DYA’yê jinan dirûşmeya "Em nan dixwazin lê kulîlkan jî!" berzkirin. Vê dirûşmeyê ne tenê daxwazên aborî ya mirovahî jî dihewnd. Di 1975’an de jinan li Îzlandayê rojekê kar berdan û çalakî pêk anîn. Vê çalakiyê rê li ber guherînên mezin vekir. Li Arjantîn, Hîndîstan, Îranê berxwedana jinan didomin.
Jin kêm qezenc dikin
Karkerên jin hîna li gorî karkerên mêr kêmtir heqdest digirin. Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya 2022’an li seranserê cîhanê jin li gorî mêrên ku heman karî dikin ji sedî 20 kêmtir qezencê dikin.
Berê jinan piranî didin karên bê ewle û heqdestê wê kêm. Ev tablo jî bi awayekî sîstematîk jinan dike asta dezavantajbûnê.
Keda bê qeyd…
Li seranserê cîhanê beşek mezin a jinan di karên bê qeyd û bê ewle de dixebitin. Li gorî rapora ILO ya 2023’yan ji sedî 55’ê jinan di karên bê qeyd de dixebitin. Li Afrîkayê ji sedî 89, li Asya başur ji sedî 85 li Başurê Amerîkayê jî ji sedî 65.
Bi taybte li welatên Asya Rojhilatê Başur li Bangladeş, Endoznezya, Hîndîstanê jiin di sektora tekstîlê de bi pereyên kêm, saetên dirêj û bê sîgorte tên xebitandin. Li welatên Başurê Amerîkayê jin piranî di qada paqijî, lênerîn û amadekariya xurekan de tên xebitandin. Li welatên Afrîkayê jî jin di şertên giran de dixebitin.
Bandora vê nedîtina keda jinê bê guman ne tenê li ser aboriyê, li ser mafê civakî, jî dike. Jin ji mafên teqawîtbûnê bêpar dimînin û di bin rîska xizaniyê de ne.
Derveyê sînoran newekhevî
Li seranserê cîhanê beşek mezin a penaberan jinin û di piyasa kedê de yên herî bê parastinin. Li gorî daneyên Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), a sala 2022’an 120 mîlyon penber bê qeyd û bi pereyên kêm tên xebitandin.
Li welatên korfezê (Suudî Erebîstan, BAE, Katar) jinên Fîlîpîn, Nepal û Endonezyayê di karên malê de bi vardiyayên 12-16 saetan tên xebitaindin.
Li Ewropayê jî jinên Rojhilatê Ewropayê tên li Romanya, Moldovya, Ukrayna, Almanya, îtalya û Ispnayyê di karên malê û paqijiyê de dixebitin.
Li DYA’yê jî bi taybet jinên Meksîka û Amerîka Navîn di karên çandinî, xizmet û tekstîlê de tên xebitandin.
Li Tirkiyeyê jî jinên Suriye, Afganîstan, Tirkmenîstan û Ozbekîstan di karên malê de bê qeyd û wek hêza kar a erzan tên xebitandin.
Di nûneriya sendîkal de jin
Li gorî rapora hevpar a Konfederaysona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) û ILO’yê li sernaserê cîhanê hejmara jinên endamên sendîkayane ji sedî 42 ye. Lê di lijneyên rêveberî, serokatî an jî rolê peya bilind de rêjeya jinan ji sedî 28 e.
Ev newekhevî ne tenê li welatên li ber pêşketinê ye. Li Fransa, Alman, ÎngîLîstanê jin hîna nikarin xwe bigihînin lîderiya sendîkayan.
Ji bo jin di sendîkayan de zêdetir bên dîtin û bi bandor dibin divê polîtîkayên ku wekheviya zayendî û komîsyonên jinan, koteya jinan xurt dike pêk bên. Berovajî wê bêdadî wê bidome.
Pandemiyê keda jinan şûnde xist
Li gorî daneyên ILO’yê di dema pandemiyê de îstîhdama jinan li seranserê cîhanê ji sedî 4,2 kêm bûye. Jin bi taybetî ji ber ku di karên ximzet, tekstîl, lênerînê de dixebitin, di tedbîrên karantînayê de zêdetir bi bandor bûn.
Hîndîstanê di 2020’an de xwe ji 17 mîlyon hêza kar a jinê vekişand. Li DYA’yê dîsa yên herî zêde mexdur bûn jin bûn. Li Kenya, Fîlîpîn, Endonezyayê jî jpiranî jinan karê xwe winda kirin.
Keda nava malê
Karên malê, paqijî, xizmeta kal û pîr û zarokan hîna jî jin dikin. Ev kar ne dikevin îstatîstîkan ne jî beramberê kedê tê dîtin. Lê ji bo berdewama pergala aborî ev hêza kar a mezine. Li gorî rapora UN Women û ILO ya 2023’an jin li seranserê cîhanê di karên malê de ji sedî 76 bê heqdest dixebitin. Ev keda nayê dîtin bêguman tevlibûna hêza kar a jinan jî sînor dike.
Li cihê kar tundî
Jin ligel pirsgirêkên heqdestê kêm û bêewlehibûnê, li kargeriyan tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî jî dibînin. Li gorî lêkolîna global a 2022’yan a ILO’yê ya li 121 welatî kiriye ji sedî 23.2’yê jinan herî kêm carekê li kargeriyan tundî û destdirêjî dîtiye. Ev li Başurê Amerîkayê ji sedî 39 li Ewropayê jî ji sedî 33 ye.
Rêxistinbûnên jinan
Têkoşîna kedê ya jinan ne wek şexsî wek tevgereke kolektîf teşe dibe. Li seranserê cîhanê jin, ji derveyê sendîkayan jî rêxistibûnên xwe ava dikin û di qada kedê de dengê xwe bilind bikin.
Li Tirkiyeyê jî rêxistinbûnên wekê "Jin bi hev re xurtin", "Komeleya piştevaniya Jinan a Îmece", "Piştevaniya Mor" li qadan têkoşîna aktîf dimeşînin. Di rojên wekê 1’ê Gulanê de bi hev re li qadan cihê xwe digirin û hêza xwe xurt dikin.
1’ê Gulanê: Roja bi berxwedana jinan global bûye
1’ê Gulanê têkoşîna çîna karkeran a li dijî newkeheviyê nîşan dide. Lê ev roj ne tenê roja karkerane, roja bi mîlyonan jinên li kolanan, malan, ser erdan xizmetê dimeşîne û dengê wan e.
Jin li her çar alî cîhanê di 1’ê Gulanê de ne tenê ji bo aboriyê; heman demê de bi daxwazên civakî, polîtîk û çandî jî derdikevin qadan. Ev roj roja ku bi berxwedana jinê global bûye.