
Ambargoya li ser Mexmûrê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin
- 12:39 30 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYNA - Ambargo û zexta Iraqê ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
Bi sedan xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya Iraqê ya li ser wargehê, meşek girseyî lidarxistin. Xelkê Mexmûrê niha li ber benda kontrolê ya hêzên Iraqê rawestiyane.
Ev zêdeyî du salane nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin. Di heman demê de ji 10 Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyên hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê kontrolkirin, nahêlin kel û pelên avahîsaziyan bikevin wargehê. Her ku diçe zext û ambargoya li ser wargehê tê tûnd kirin.
Li ser vê yekê îro şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan. Bi sedan şêniyên Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest bi meşê kirin.
Xelkê Mexmûrê niha li ber benda kontrolê ya hêzên leşkerî yên Iraqê rawestiyane û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Mexmûrê" diqîrin.
Li gorî agahiyan niha hewl tê dayîn, şandeyek hevdîtin bike. Her wiha tê payîn li wir daxuyaniyek were dayîn.