
Li Mecîdiyekoyê berxwedana ji bo çûna Taksîmê!
- 11:17 1 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL - Girseya ku li Mecîdiyekoyê kom bû, tevî êrişa polîsan jî hewl dide xwe bigihîne Taksîmê.
Bi banga Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê re gelek sendîka û saziyan bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhan xwestin biçin Qada Taksîmê. Lê belê hemû rêyên ber bi Qada Taksîmê ve diçin ji saet 05.00’ê ve hatin girtin û qad jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.
Girseya ku ji bo têkeve Taksîmê hate pêşiya Mizgefta Şîşliyê, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê, girseya ku di destê wan de qurnefîl hene, pankarta “Taksîm a gel e. Bijî 1’ê Gulanê” hilgirt û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Polîsan, ji gelek noqteyan ve êrişî girseyê kirin. Gelek kes hatin binçavkirin.