
Li 2 navendan 1’ê Gulanê tê pîrozkirin
- 11:48 1 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Siwêdîkê yê Dêrikê û Bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li gundê Siwêdîkê yê bajarê Dêrikê û Bendava Mizgeftê ya bajarê Tirbespiyê dest pê kirin. Pîrozbahî bi dirûşma "Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1’ê Gulanê pîroz bikin" hatine lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û herêma Koçeratê ji saetên serê sibehê ve berê xwe da gundê Siwêdîkê yê Dêrikê. Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê jî beşdarî pîrozbahiya li Bendava Mizgeftê bûne. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û yên din jî bi cilên xwe yên neteweyî, hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembolên rêxistinên karkeran beşdarî pîrozbahiyan bûne.
Li her du navendan, pîrozbahiyan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê komîteyên amadekar ên şahiyan ve axaftin hatin kirin.
Li gorî komîteya amadekar a şahiya li gundê Siwêdîkê; di şahiyê de dê Koma Cûdî, hunermend Sumeya Mihemed, helbestvan Ferhad Merdê, Koma Elefteriya, Koma Şehîdên Qereçoxê ya govendê, hunermend Tariq El Hisên, Hesen Dêrik û Waîl Haco derkevin ser dikê.
Di pîrozbahiya li Bendava Mizgeftê de jî Koma Botan, Koma Newroz, Koma Agirî, hunermend Lawîn Seîd Yûsif, Koma Şehîd Rêwan a govendê, Koma Şehîd Sakîne ya şanoyê, huermend Mehmûd Osman, Mueyed Şiwêş, Koma Şehîd Xebat û hunermend Îmad Silêman hunerên xwe pêşkêş bikin.
Li Hesekê jî dê saet di 18.00’an de pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Parka 4’ê Nîsanê dest pê bike. Şêniyên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê beşdar bibin.
Duh jî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi boneya 1’ê Gulanê şahî hatibûn lidarxistin.