
ROJEVA 07'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 7 Gulan 2025
- Rojev
* Hale Çelebî ya di Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çati de cih digire diyar kir ku hejmara stargehan kêm e û jin xizmetên têr nagirin. Hale Çelebî wiha got: “Stargeh cihên ku jin ji tundiyê dûr dikevin û li dijî tundiyê têkoşînê xwe xurt dike ne.” BI DÎMEN
* Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanÎn ku mafê hêviyê ne tenê şexsiye, daxwazek civakiye û got zemîna hiqûqî ne bi pakêtên turik divê bi gavên mayînde bên çareserkirin. BI DÎMEN
* Li navçeya Wêranşar a rihayê fêkiya tufrengî ku cara yekem tê çandin, bi keda jinê tê gîhandin. Adalet Vural a hilberîna tûfrengê dike diyar dike ku bi hezkirin karê xwe dikin. BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karaman der barê hevdîtinên çarçoveya kampanya "Diyalogên jiyana azad a bi serokatiyê re" axivî û da zanîn ku hewcedariya hemû gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got 3’yê Gulanê di asta global de wek "Roja Azadiya Serokatiyê" îlan kirine. BI DÎMEN
* Jinên tevli şîna ji bo endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ya li Wanê hat ava kirin bûn, diyar kirin ku ew ji bo ev xwîn raweste, ji bo rondik rawestin aştiyê dixwazin û gotin divê dewlet gavê bavêje. BI DÎMEN
* Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ
*Ji Înİsiyatîfa Jinan a "Hewcedariya min bi Aştiyê heye" Newroz Unverdî wiha got: “Em aştiyê wek nifş tecrube nakin, em aştiya ku azadiya jinê û civakê esas digire tecrube dikin. Em jinên evqas dibin mexdurên şer, dixwazin bibin yên aştiyê ava dikin û mayînde dikin. Em tişta hedef dikin hewl didin bikin jiyanê.” DOSYA-BI DÎMEN