
'Wê jin bibin pêşengên pêvajoyê'
- 09:05 7 Gulan 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karaman der barê hevdîtinên çarçoveya kampanya "Diyalogên jiyana azad a bi serokatiyê re" axivî û da zanîn ku hewcedariya hemû gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got 3’yê Gulanê di asta global de wek "Roja Azadiya Serokatiyê" îlan kirine.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di çarçoveya kampanya global a "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasi", di rojên borî de starta kampanya "Diyalogên jiyana azad a bi serokatiyê re" da. Di çarçoveya vê kampanyayê de li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê jin hatin gel hev û gelek bername pêk anîn. Yek ji van jî 3’yê Gulanê de li Amedê pêk hat. Di hevdîtina jinan de daxuyanî, helbest û sînevîzyon hat nîşandan.
Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karaman derbarê hevdîtinê de axivî û got wê di vê pêvajoya dîrokî de wek jin li qadan xebatên xwe bimeşînin.
TJA’yê 3’ê Gulanê wek ‘Roja Azadiya Abdullah Ocalan’ îlan kir
Arzu Karaman destnîşan kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan ji bo aştiyê berpirsyariyek mezin girtine û der barê vê de xebat meşandine. Arzu Karaman wiha anî ziman: “Me bi rêxistinên jinan, pêkhateyên xwe û dayikên Aştiyê re çend roj bûn amadekariya vê rojê dikir.
Vê rojê jî wek rojek dîrokî di dîrokê de cihê xwe girt. Me 3’ê Gulanê ‘Roja azadiya’ Abdullah Ocalan îlan kir. Ji bo hemû gelan divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê ji bo vê şert bên avakirin.Em dizanin ku hewcedariya gelan bi aştiyê heye. Divê ji ber vê hemû kes xwedî li vê bangê derkevin. Abdullah Ocalan derfetek mezin pêşkêşî cîhanê dike.”
Rola jinan mezin e
Arzu Karaman bi lêv kir ku di nokteya polîtîk û ahlaqî ya civakî de rola jinan mezin e û wih adirêjî dayê: “Şer herî zêde jin û zaorkan hedef digire. Ev jî aştî û demokratîkbûnê parçe dike. Em jin wê li dijî van êrîşan qetilkirinan dengê xwe bi awayekî rêxistinkirî bilind bikin. Hewcedariya me bi aştî û demokrtîkbûnê heye. Civaka demokratîk ferze û divê pêk bê. Ev jib o hemû gelan pêwiste. Ji ber vê ne tenê gelê Kurd divê hemû gel xwedî lê derkevin. Pêşengiy acivaka demokratîk wê jin bikin. Em ê xebatên xwe bimeşînin. Hewcedariya hemû gelan bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heye. Em ê bi awayekî xurt xwedî li 3’ê Gulanê derkevin.”