Têkoşîna aştiyê ya nifşan (3)

  • 09:08 7 Gulan 2025
  • Dosya
 
Pirsnîşana di serê kesên di salên 2000’î de hatine dinê: Aştî tiştek çawa ye?
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Înİsiyatîfa Jinan a "Hewcedariya min bi Aştiyê heye" Newroz Unverdî wiha got: “Em aştiyê wek nifş tecrube nakin, em aştiya ku azadiya jinê û civakê esas digire tecrube dikin. Em jinên evqas dibin mexdurên şer, dixwazin bibin yên aştiyê ava dikin û mayînde dikin. Em tişta hedef dikin hewl didin bikin jiyanê.”
 
Şerê ku bi salane tê meşandin û bandorek çawa li ser gelan kiriye, di avakirina aştiya civakî de nîqaşên hatine meşandin di pêvajoya dawî de giran bûne. Ji her alî der barê aştiyê de hewldan û gotin hene. Jinên ku kirdeya aştiyê ne di "însiyatîfa jinan a hewcedariya min bi aştiyê heye" tên gel hev û têkoşîna hevpar a aştiyê dimeşînin. Newroz Unverdî ya di însiyatîfê de wek nifşa sêyemîn têkoşînê dimeşînde der barê têkoşîna dimeşînin de axivî.
 
Pirsnîşana di serê kesê ndi salên 2000’î de hatine dinê:Aştî tiştekî çawa ye
 
Newroz Unverdî sedema di însiyatîfê de cih girtin û têkoşîna aştiyê ya dimeşînin de axivî û got: “Ez di salên 2000’î de wek jinek Kurd di dema vê deshtilatdariyê de hatim dinê û mezin bûm. Tenê min tiştên hatin gotin dizanibû. Min her tim got aştî tiştek çawa ye. Ev her tim di serê min de pirsnîşanek bû. Ez wek nifşa Z dixawzim wek jinekê aştiya ku azadiya jinê û civakê esas digire tecrube bikim. Mirov ji têgeha aştî û jiyankirina aştiyê pir durketine. Mirov di xelka aştiyê de mezin bûn. Ji ber vê min qet alternatîf nedît. Ji bo em alternatîfê biafirînin têdikoşin.”
 
‘Em aştiyeke ku mêr dixwazin, naxwazin’
 
Newroz Unverdî daxuyakirin ku ciwan di her qadê de di tengasiyê de ne û wiha domand: “Em behsa pêvajoyek ku mafê jiyan, rêxistibûn û fêrbûnê sînor dibe, dikin. bêguman sedema vê şer e. Şerê li Kurdistanê dibe sedema xespkirina mafan. Sînorkirina jiyanê. Di vir de ciwan hewce bi aştiyê dibînin. Em tundiyê ji şer cuda nagirin dest. Ji bo min û jinên ciwan aştî divê pêkan be. Desthilatdarî dixwaze jinan ji kesayeta wan dur bigire û wisa biafirîne. Vê bi polîtgîkayên şer dike. Li Kurdistanê polîtîkayên şer tên meşandin. Li hember jinan tundî bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Ji ber vê em van pêkanînan ji şer serbixwe nagirin dest. Em aştiya ku mêr dixwazin naxwazin. Em aştiya ku desthilatdarî dixwazin naxwazin. Em jin dibêjin ku divê têgeha aştiyê êdî biguhere.”
 
‘Em hewl didin mexduriyetê ji ser xwe bavêjin û xwe rêxistin bikin’
 
Newroz Unverdî got piştî pêvajoya muzakereya 2013-2015’an şer hîn bêtir giran bûye û piştî pêvajoyê şer girantir bûyegot: “Ji ber vê divê têgeha aştiyê bê guhertin. Hewcedariya ku divê jin têgehek nû ya aştiyê ava bikin derketiye holê. Em pir zelal dibînin ku şer harî zêde bandor li ser jinan dike. Desthilatdarî çiqas ku hewl bide jinan ji derveyê pêvajoyê bigire, me aştî parast, têkoşîn meşand û em ê gotina xwe bêjin. Ji ber em jiyana xwe diparêzin.  Têkoşîna me ya aştiyê parçeyek têkoşîna me ya hebûnê ye.”
 
Bersiva pirsa ‘çima hewcedarî bi aştiyê heye?’
 
Newroz Unverdî daxuyakirin ku piştî pêvajoya 2013-2015’an pir zelal hatiye dîtin ku kesên ku pê re têkilî nehatine danîn pişta xwe dane ruyê bi êş yê şer û got: “Asta herî girîng aştiya civakî ye.  Divê em berê xwe bibin her qada civakî. Divê em vê bi ferzên azadiya jinê bînin gel hev û bikin. Em li dîroka Tirkiye û Kurdistanê binêrin, tevgera jinên Kurd bi tevgera jinên Tirk û femînîst re li her qadê xeta têkoşîna hevpar ava kirine. Tecrubeyên wan yên girîn hene.Bêguman ev di zemîna têkoşîna hevpar de derketin holê. Li ser hecedariyê em di zemîna însiyatîfê de hatin gel hev. Me têkoşîn rêxistin kir. Hedefa me ya esas azadiy ajinê bi jiyanê re bê gel hev e.”