
Sedema beraeta rojnameger Melek Avci eşkere bû
- 10:53 13 Gulan 2025
- Hiqûq
ENQERE - Di hinceta biryara beraetê ya derbarê rojnamevan Melek Avci de, bi balkişandina ser biryarên Dadgeha Bilind a Îstînafê û DMME'yê, hat gotin ku nivîsên wê wekî çalakiya rojnamegeriyê hatine hesibandin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî nûçegihana me Melek Avci bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" lêpirsînek da destpêkirin û di 6'ê Îlona 2024'an de ji bo îfadeyê gazî wê kir. Îdîanameya ku piştî lêpirsîna li dijî Melek Avci, ku li qereqola polîsan îfade da, hatibû amadekirin, ji aliyê 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Rûniştina dawî ya doza ku Melek Avci tê de dihat darizandin, di 29'ê Nîsanê de li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin û biryara beraetê hat dayîn.
Di hinceta biryara beraetê de hat gotin ku parvekirinên medyaya dîjîtal ên Melek Avci li gorî biryarên Dadgeha Bilind a Îstînafê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatine nirxandin û hat tekez kirin ku parvekirinên ku behsa wan tê kirin di çarçoveya çalakiya rojnamegeriyê de ne.