Pinar Aydinlar hat tahliyekirin

  • 13:47 13 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlarê de ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK’ê de hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayin. 
 
Danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlar ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Pinar Aydinlar û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Her wiha Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û parastvanên mafan jî doz şopandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
Pinar Aydinlar, di parastina xwe de got: “Di roja binçavkirinê de nehiştin ez cilên xwe li xwe bikim, destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin û çek xistin serê min. Heman tişt li kurê min jî kirin. Lê heke bangî min bikirana, ez ê ji xwe biçûma û dê min îfade dabûya. Di 25 salan de min li her çar aliyên welat bi sedan konser dane. Di berbangê de bi ser mala min de digirin û li dijî min û malbata min sûîqesta îtîbarê kirin.” 
 
Pinar Aydinlar, got ku di îdianameyê de weke “Seroka HDK’ê ya Kagithaneyê” hatiye nîşandan û got ku wê di bin sîwana HDK’ê de tu xebat nemeşandiye. 
 
Pinar Aydinlar, sûcdariyên ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal jî redkir û got dikevin ber azadiya xweîfadekirinê û azadiya fikr û raman. Pinar Aydinlar, destnîşan kir ku ev 3 meh in bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir. 
 
Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û daxwaza tehliyeya Pinar Aydinlarê kir. 
 
Parêzer Mûrat Aksak jî anî ziman ku hêmayên îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” çênebûne û daxwaza beraet û tehliyeya miwekîla xwe kir. 
 
Dadgehê jî piştî parastinan biryara tehliyeyê ji bo Pinar Aydinlarê da. Dadgehê biryara tevdîra kontrola edlî da û ji bo mutalaa bê amadekirin, danişîna dozê taloqî 11’ê Îlonê kir.