
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn
- 15:49 13 Gulan 2025
- Rojane
EDENE - Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de wiha hate gotin: "Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin."
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakî hat lidarxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclisa Jinan a DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma bîranînê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiye Bayav axivî û wiha got: "Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bi aştiyê tacîdar bikin." Bayavê daxwaza gavavêtina dewletê û beşdariya civakê ji bo pêvajoyê kir.
Di merasîmê de helbesteke Alî Haydar Kaytan hate xwendin û piştre girseyê bi yekdengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.