Li Hezoyê meşa 8’ê Adarê
- 18:09 1 Adar 2026
- Rojane
ÊLIH - TJA’yê li Hezoyê meşek pêk anî û hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk di meşê de axivî û got wê bibin pêşengên pêvajoya aştî û civaka demokratîk.
Tevgera Jinên Azad (TJA)di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Hezo a êlihê meşek pêk anî. Meşa ji têketina bajar dsetpê kir bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berbi Ofîsa Petrolê ve meşiyan.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk piştî meşê axivî û da zanîn ku Kurd û gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û di vê pêvajoyê de 8’ê Adarê tê pêşwazîkirin. Gulîstan Sonuk daxuyakirin ku jin azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “ Li ku şer û pirsgirêk hebe em ê li wir jiyana nû ava b ikin. Azaî li ku winda bibe em ê li wir bibînin. Em ê şev û roj bixebitin û pêvajoyê bigihînin serkeftinê.”
Bername bi govendê bi dawî bû.







