Îranê êrişî keştiya balafirhilgir a DYA'yê kir
- 18:36 1 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê ragihand ku wan êrişî keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln a DYA'yê kiriye
Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan êrişî baregehên Amerîka yên li herêmê kiriye. Hate diyarkirin ku li paytexta Doha ya Qeterê, Behreyn û li Îsraîlê dengen teqînan hatine. Pasdarên Şoreşê ragihand ku wan êrişî Îsraîlê kiriye.
Hate diyarkirin ku di encama êrişên Îranê de li Îsraîlê li Beyt Şemeş a nêzî Qudusê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî diyar kir ku dê "baregehên Amerîka yên li herêmê tune bikin". Herwiha Îranê ragihand ku wan êrişî keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln kiriye.







