Li Kerboranê ji bo zarokan fîlmê anîmasyon a Kurdî
- 18:18 16 Cotmeh 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Ji bo zarokên di kreşa di bin bana Navenda Jinan a Jiyan a Şaredariya Kerboranê fîlmê anîmasyon a Kurdî hat nîşandan. Zarokan çîrokên ku bi zimanê wan dihat vegotin temaşe kirin.
Ji bo zarokên di kreşa di bin bana Navenda Jinan a Jiyan a Şaredariya Kerboran a Mêrdînê de fîlmê anîmasyon a Kurdî hat nîşandan. Di bernameya li salona konferansê ya navendê pêk hat de fîlmên anîmasyonê yên‘Gergerok’, ‘Piya’ hatin nîşandan.
Zarokan cara yekemîn bi zimanê xwe fîlm temaşe kirin û demên bi kêf derbas kirin.







