Li Geverê tecawiz li zarokekê hat kirin: Bersûc serbest in

  • 09:07 28 Cotmeh 2026
  • Rojane
Rabia Onver 
 
COLEMÊRG – Necat Koparan û Eren Oguz ên tecawizî zarokekê kirin û bi ser de jî ji ser wêneyên zarok gef li zarok xwarin piştî îfadeyê hatin berdan.  Zarok di bin parastina dewletê de ye û hat hînbûn ku her du zilaman xebata xwe berdewam kirine.
 
Li navçeyeke Colemêrgê zarokekê diyar kir ku cerdevan û di heman demê de stranbêjê dawetan Necat Koparan û Eren Oguz ê li serwîsên xwendekaran dixebite tecawiz lê kirine. Piştî ku zarokê serpêhatiyên xwe bi şêwirmendê rêberiya dibistanê re parve kir, rewş ji malbata zarokê re hate ragihandin. Malbat di 20'ê Cotmehê de çû qereqolê û gilî kir. Piştî gilîkirinê, Necat Koparan û Eren Oğuz piştî dayîna îfadeyên xwe hatin berdan, lê zarok di bin parastina dewletê de ye.
 
Beyana zarok li ÇÎM'ê hatiye girtin 
 
Beyana zarok di 21'ê Cotmeha 2026'an de li Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇÎM) hatiye girtin. Di îfadeya xwe de, zarokê rave kir ku Necat Koparan û Eren Oguz çawa tecawiz li wê kirine, bi wêneyan gef li wê xwarine û nehiştine ew biçe dibistanê.
 
Li gorî vegotina zarok, di 16'ê Îlonê de, dema ku ew ji gund diçû navenda navçeyê da ku cilên dibistanê bikire, Necat Koparan bi telefonê lê geriyaye, ew ji cihê ku lê bû hildaye û biriye malekê. Zarok diyar kiriye ku Necat Koparan li wir tecawizî wê kiriye û wêneyên wê kişandine. Hat ragihandin ku Necat Koparan gef li zarok xwariye ku ger ew ji kesekî re behsa bûyerê bike, dê wêneyan ji malbata wê re bişîne.
 
Bi gefxwarinê nehiştin ku biçe dibistanê
 
Li gorî daxuyaniyan, Eren Oguz, ku tê gotin hevalê Necat Koparan e, piştî demekê bi zarok re têkilî danî û bi rêya peyam û wêneyan gef lê xwar. Zarok vegot ku Eren Oguz gef lê xwariye, gazî wê kiriye û piştî ku ew ji gund derketine tecawizî wê kiriye.
 
Xizmên zarok jî di îfadeyên xwe de diyar kirin ku her du kesan gef li zarok xwarine û zext li wê kirine û gelek caran rê li ber çûna wê ya dibistanê girtine.
 
Her du kesên ku hatine berdan jî karê xwe dewam dikin
 
Hat hînbûn ku Necat Koparan wekî cerdevan karê xwe berdewam dike û di dawetan de derdikeve ser dikê, di heman demê de Eren Oguz di xizmetên veguhestina xwendekaran de jî berdewam dike.