Çalakiya Roboskî di meha 178'an de ye
- 16:13 28 Cotmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Helwdana Edalet ji bo Roboskî di meha 178'an a komkujiya Roboskî de daxuyanî da.
Endamên Hewldana Edalet ji bo Roboskî di meha 178'an a komkujiya Roboskî de ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombardûmana balafirên şer de 34 kesî jiyana xwe ji dest dan, li Kolana Sakaryayê li hev civiyan.
Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila kujer bêne dîtin, divê Roboskî ti carî dubare nebe" hate hildan û dirûşma "Bila kujer bêne dîtin, hesab bêne pirsîn" hate qîrîn. Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp daxuyanî da.
Gunduzalp anî ziman ku komkujiya Roboskî ne bûyereke ku li rabirdûyê maye û got, dewlet mekanîzmayên dadgeriyê yên i hemberî derdorên muxalîf bi lez bi kar tîne, ji bo Roboskî bi heman biryardariyê bi kar nîne.
Gunduzalp ragihand ku divê dawî li bêcezakirinê bê anîn, mafê jiyanê bê parastin û got, heta u dewlet bi sûcên xwe re rû bi rû bibe û welatekî ji jiyaneke azad û wekhev a gelan ava bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin.







