Danişîna Dilrûba Y. dê di 3’yê Îlonê de bê lidarxistin

  • 12:32 16 Tebax 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dilrûba Y. ya li Îzmîrê bi hinceta astengiyên Instagramê rexne kiriye hat girtin, dê di 3’yê Îlonê de derkeve pêşberî dadger. 
 
Îdianameya derbarê Dilrûba Y. ya ku di roportajekî kolanê de astengiryên ser Instagramê rexne kiriye hatiye girtin, hate amadekirin. Dilrûba Y. dê di 3’yê Îlonê de derbikeve pêşberî dadger. 
 
Parêzerê Dilrûba Y.’yê Huseyîn Yilmaz ê li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî daye, diyar ku derbarê muwekîla wî de doza cemaweriyê hatiye vekirin û dê danişîna ewil di 3’yê Îlonê de were lidarxistin. 
 
Parezer Yildiz wiha got: “Bi awayekî derveyî hiqûqê, bi usilekî ku di tu qanûnan de nîn e, Dilrûba hate girtin. Ez dixwazim demildest ev girtin were bidawîkirin.”