‘Bila ew ji axa me derkevin’

  • 09:02 24 Tîrmeh 2024
  • Jiyan
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Yek ji jinên Kobanê yên li Amedê dijî Aynûr e. Aynûr bersiva kesên ku ji wan re dibêjin biçin, dide: “Kesên ku dibêjin ji axa min biterikinin, divê ewilê ev ji axa me derkevin. Ew ji axa me neterikînin û şer bidomînin, gelo em ê çawa vegerin?"
 
Ji ber şerê 13 sal berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket bi mîlyonan kesî axa xwe ji neçariyê derketin. Penaberên li Kurdistan û Tirkiyeyê bicih bûn her tim bi êrişên nîjadperest re hatin rû hev. Penaber ji ber van êrişan bi fikar in.
 
Piranî kesên koçber bûn li bajaran belav bûn. Yek ji van bajaran jî Amed bû. Li navçeya Rezan a Amedê jinên penaber ji ajansa me re axivîn. Jinek penaber li taxê me dît diyar kir ku ew li Rezanê dijîn û got gelek cîranên wan ji Sûriyeyê ne.
 
Jina bi navê Fatma ku ji Kobanê koçber bûne wiha got: “Em li Kobanê dijiyan. Gundê me hebû. Mala me hebû. Piştî şer em derketin û hatin vir. Me xaniyek kirê kir. Gel alîkarî da me. Em bi derfetên xwe bicih bûn. Gelê vir alîkarî da me. Em biyanî nedîtin. Em cuda nedîtin. Min bêriya axa xwe kiriye. Ez dixwazim vegerim ser axa xwe. Kî naxwaze biçe ser axa xwe. Me çandiniyê dikir. Me genim diçand. Zeytunên me hebûn. Bajarê me ne wisa bû pir xweş bû.”
 
Fatma ku 3 zarokên wê li Kobanê mane da zanîn ku ji destpêka şer hat aniha 5 sal berê carekê çûye zarokê xwe dîtiye. 
 
 
Cîrana wan Remziye ku dema Fatma diaxivî hat û got: “Çima wisa nêzî wan dibin. Dayika Fatma wek dayika min e. Penaber tên lînçkirin. Fatma ji ber şer koçber bûye. Hatin taxa me. Dema ew û malbata xwe hatin vir rewşa wan pir nebaş bû. Em seferber bûn. Me alîkarî da wan. Me kêmasiyên wan temam kirin. 
 
Fatmayê tiştên ku dema şer de hatibûn jiyîn ji min re vegot. Digot serê sibehê bi dengê çek û bombeyan şiyar dibûn. Piştî vê zarokên xwe girtine û koçber bûne.”
 
‘Bila ji axa me derkevin, em vegerin’
 
Jina bi navê Aynur jî hat gel me û xwest ew jî biaxive. Aynurê çîroka xwe wiha vegot: “10 sale li vir im. Em ji ber şer hatin vir. Dema em hatin mirovên mir pir baş nêzî me bûn. Ewil me zehmetî dikşandin. Lê wan alîkarî dan me. Ji me re dibêjin ji axa me derketin. Bila ew ji axa me derkevin ku em jî vegerin.Li cihê şer hebe mirov dikarin bisekinin. Li Kobanê şer tunebe em ê vegerin. Çima em nexwazin. Bajarê me we hilweşand. Hûn li wir şer dikin. Em ê çawa ji vir biçin. Bila şer bisekine em biçin. Bila kes nemire û he kes vegere ser axa xwe.”