Ji bo jinên derfetê wan tune ne qadên alternatîf

  • 09:03 1 Îlon 2024
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Yek ji jinên ku di "Hevdîtina keda jinan" a bi pêşengiya Şaredariya Peyasê pêk hatiye, cihgirt Saîme Ateş Mesutoglu bû. Saîme da zanîn ku ji ber berhemên wê yên ku bi kedek mezin çêkiriye di standan de cih digire gelek kêfxweş e.
 
Midûriyeta Xizmeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê ya Amedê bi jinên ku bi derfetên xwe hilberînê dikin re bi armanca piştevaniyê û qezencê di rojên borî de li parka 75 duyemîn "Hevdîtina keda jinan" pêk anî. Jin bi berhemên ku keda xwe çêkiribûn di hevdîtinê de cih girtin. Yek ji van jî Saîme Ateş Mesutoglu bû.  Saîme xwarinên xwe li vir difroşe.
 
Pêşandana 27 xwarinên bi tescîl kir
 
Saîme ku demek dirêje xwarinê çêdike, diyar dike ku ji vî karî hez dike. Saîmeyê da zanîn ku çanda  xawrinan, dîroka xwarinan lêkolîn dike û wiha got: “di hevdîtin aberiya vê de 27 xwarinên bi tescîl hebûn. Gelek kesî navê van xwarinan jî nebihistibû. Me pêşandana wan 27 xwarinan kir. Me ev xwarin dan nasîn. Ez li marketekê bixebitim ez ê sibehê biçim heta êvarê saet 5-6’an bixebitim. Ji ber vê ez li mala xwe xwarinê çêdikim û difroşim. Carnan hefteyekê 10 rojan qet sîparîs çênabin. Ez wan deman zehmetiyan dikşînin. Lê vê projeyê piştgiriyek mezin da me.”
 
 
Têrî lêçûnan nake
 
Saîmeyê destnîşan kir ku hevjînê wê girtiyê siyasiye û zarokek wê nexweş e. Saîmeyê bi lêv kir ku ji ber vê yekê zehmetiyan dikşîne û wiha domand: “Hevjînê min surgunê girtîgeha Sîncanê kirin. Em salê sê caran dikin biçin hevdîtina hevjînê min. Ji ber ez nikarim zarokên xwe bi otobusê bibim. Zarokê min nexweşe. Ez bi balafirê diçim tê. Ez jî ji bo min lêçûnek mezine. Çûyîn Enqereyê 15-20 hezar TL ye. Hatina min ya mehane 15-20 hezar TL nîne. Dema wisa dibe jiyan zehmet dibe. Ji ber vê jî divê xwe bigînin jinên wek min. Ya rast jî divê jinên wek min bên gel hev û torek mezin ava bikin.”
 
 
‘Divê ji bo jinan hîn bêtir qad bêN vekirin’
 
Saîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê ji bo jinan zêdetir qad bên vekirin û wiha domand: “Bi jinan re hatina gel hev hîn bêtir hêzê dide min. Bi wan re di vê rê de meş gelek xweş e. Em ê bi gavên xurt jiyana xwe bidomînin. Ev projeya şaredariyê gelek xweşe û divê her tim bidome. Zivistanê divê li cihê girtî bê kirin.”
 
 
‘Hemû jin dikenin’
 
Saîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevdîtinê de bi berhemên xwe cih girtin gelek xweş e. Beriya hevjînê min bê giritn jî min bi keda xwe tişt çêdkin. Ez bi keda xwe li zarokên xwe dinêrim. Ev ji bo jinekê pir girîng û nirx e. Ji bo jinana bidestxistina aboriyê hêzek mezin e. Jinên tên vir pir kêfxweşin. Hemû jin dikenin. Ev tiştekî pir baş e.”