
Ji ber krîza aborî bi zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide
- 09:03 17 Gulan 2025
- Ked/Aborî
AMED - Melek Ozdemîr ku li dijî krîza aborî têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku bi 6 zarokên xwe re pincara ji baxçeyan kom dike difroşin û tevî hemû zehmetiyan li be xwe didin.
Jinên ku di civakê de di plana dawî de tên hiştin, roj bi roj bi pirsgirêkên nû re tên rû hev. Jin ji ber pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî û gelekên din têkoşîna jiyanê didin. Pirsgirêka aborî bûye pirsgirêkek global û bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jinin.
Melek Ozdemîr a 41 salî yek ji jinên ku li dijî pirsgirêkên civakî û aborî têdikoşe ye.
‘Bi firotina pincarê 6 zarokan xwedî dike’
Melek Ozdemîr da zanîn ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide neçar dimîne bixebite û wiha got: “41 salî me. Li vir hatim dinê û li vir dijîm. Ji berê de em vî karî dikin. Piştî zewicîm demekê min dest ji kar berda. 6 zarokên min çêbûn. Hevjînê min debara malê dikir. Lê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Piştî vê ez neçar mam bixebitim. Pincarê wekî tolik, gezgezok, tuzik, koksor û gelekên din hene kom dikim. Ez van ji Hezro, Farqîn, Baxçeyên Hewselê kom dikim. Li Deriyê Çiyê û Sûrê difroşim.
‘Ez saet di 6’an de li baxçe me’
Melek Ozdemîr bi lêv kir ku xebata li malê jî li derve jî zehmete û wiha vegot: “Karê malê jî û karê derve jî zehmet e. Ez wek jinekê hewl didim debara xwe bikim. Zehmetiyan dikşînim. Her çiqas zehmet be jî ez têdikoşim. Ez neçarim. Ez bi şev karê mala xwe dikim. Sibehê saet di 6’an de diçim baxçe. Heta nîvro em li baxçe ne. Piştî nîvro em pincarê xwe tînin difroşin. Êvarê diçim malê ji zarokên xwe re xwarinê çêdikim. Di malekê de du kes nexebitin, debara 7 kesan nabe. Em niha 9 nifûsin. Em bi vî karî deb arê dikin. Mûçeyê teqawîtê yê hevjînê min 3 hezar û 600 e. Ez wî digirim. Ew pere têrî nan nake. Carna em 4-5 mehan fatureya ceyranê nadin. Her tişt biha bûye. Ji ber krîzê em nikarin debarê dikim. Ez 25 deste pincar diforşim pê tupa biçûk tije nabe. Wek jinekê bi evqas zarok re li ser piya mayîn zehmet e. Lê divê jin li ser piyên xwe bisekinin.”