Metakirina tenduristiyê: Biyoetîk

  • 09:05 22 Çile 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Ji bo me jinan ger ku zanîna parastina tendurstiyê bi hezkirna xweza- jiyanê û hestiyarî û narînê neyê gel hev, wê ji alavekê wêdetir nîn be. Di encamê de hemû nirxên ahlaqî ya tenduristiyê ji aliyê ZANISTA MÊR  û şaristaniya kapîtalîst ve hatiye jibîrkirinê. Karê me jî ev e; bibîrxistin û derbarê heqîqeta tenduristiyê de rêwîtiyeke serbixwe ye."
 
Derya Etem
 
Wek mirovekê ji bo pirsa ‘Biyoetîk’, mixabin bersivek min ya bê alî tune. Ji ber, ewil jinbûna min û piştre jî mirovbûna min; di dema perwerdehiya fakulteya tipê de xwezabûn û esasbûna xwe winda kir. Di fakulteya tipê de mirov-hekîm an jî jin- hekîm bûn; agahiya tenduristiyê çawa tê profesyonelkirin, daneyên tibî yên xwe dispêrên tespîtê û destilatdariya xwe çawa mayînde dike, fêr dikin. 
 
Ezmûn û xebatê pratîk, ne ji bo hilberandina ji nûve zanîn û civakîbûnê; bi ‘pisporbûnê’ ji dûrketina ji têgeha mirovahiyê re xizmetê dike. Dema rewşa me wisa be, ez dixwazim ku hûn bizanin wek jinek wek mirovekê pêşkêşkirina têgeha BIYOETÎK zehmet e. Şaristaniya modern-postmodern-teknolojîk ya dema herî nêz a şaristaniya kapîtalîst tê vegotin, di îdiaya, Tenduristiya Navenda Zanînî de be jî yekane tişta pêşkêş dike, feraseta TENDURISTÎ, di esasbûna tenduristiya bûye bazirganî û nîqaşên BIYOETÎK jî di vê çarçoveyê de bi teşe bûye.
 
Di roja îro de Biyoetîk, ji bo pirsên di qadên zanîna genetîk, xizmetên tenduristî û biyomedîkal de dertên holê bi awayekî dîsîplîna pêkanîner, tê venasîn. Etîk ji ber ku bi hemû aliyên pêvajoya biryar û çalakiyê re mijûl dibe, qadeke xebatê ya tevlihev, berfireh û gelek baskên wê heye. Baskê bi pirsgirêkên ahlaqî ya pêkanînên tipî re mijûl dibe, Etîka Tipî ye, bi Biyoetîkê re ji nêz ve eleqedere, lê hevwateye. Etîka Tipî bi pirsgirêkên ahlaqî yên bi pêşketina zanîna biyolojîk re dertê holê eleqeder dibe. Di vê nivîsê de em ê têgehên biyoetîk û etîka tipî bi hev re bikar bînin.
 
Yek ji du esasên ‘etîka tipî’ ya li Tirkiyeyê; xizmeta tenduristiyê ya bê pere ye. Yanî wisa ye; Divê xizmeta tenduristiyê bê pere be, bi dînamîkên piyasa serbest neyên birêvebirin. Li dijî, metabûna tenduristiye û naxwaze beden û tendurîstî bibe alava karê. Di xwegîhandina mafê tenduristiyê de maf diparêze û parastina tenduristiyê diparêze. Lê ev nokte ne xebatkarê tenduristiyê, peywirên dewletê tîne ziman.
 
Wek jinekê daxwaza min ev e ku ji bo derbarê vê de tenduristî bibe civakî divê rêbazek bê avakirin. Her nexweş mirove. Di vî alî de di qada tenduristiya gel de xebat hene, lê mixabin di alî dîsîplîna biyoetîk de hîna baş nehatiye destgirtin. Bêguman Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Mehmet Zencîr di vê mijarê de xebat kirine. Lê hîna jî der barê bibîrxistina zanîna tenduristiyê ya civakê, de pirsgirêk hene. Zanîna gel a derbarê tenduristiyê ya bi hezan salî (ku ev bi jinê re derketiye holê), bi awayekî sîstematîk piştî  ‘neçîra pîrebokan’ û şûnde  bi qirkirina jinê re bi qetilkirina zanîna tenduristiya civakê bi encam bûye.
 
Li Tirkiyeyê esasa duyem a biyotîk an jî etîka tipî, bi nêzîkatiya şexsî ya Hîlly a di çarçoveya tenduristiya gel de, dişibe hev. Ev esas mafê nexweşan, otorîta hekîm wek kes lêpirsîn dike. Ev esas peywir û berpirsyariya xebatkar û saziyan esas digire. 
 
Di roja me de jî hekîm; di yekîneyên pîşeyî û rêxistinan de, derbarê ahlaqê hekîm de danezan, pirtûkên destan û bi deklerasyonan sînorên ahlaqî standardîze dikin. Tevî ku 2 hezar hezar sal di ser nivîsandina etîka tipî ya wek Hîppokrates de derbas bûye, li çavkaniyeke gerdunî ya tê bikaranîn xwedî nebûn jî mirovan matmayî dihêle. Xizmetên tenduristiya modern, rê li ber dualîbûnên etîk ya pir alî vekiriye. Hekîm ku ji bo van dualiyan çarser bike piranî bê amadekarî ne. Etîka tipî ne ‘lîsteya rast û şaşiyan’ e, ji bo biryarên saxlem û ahlaqî bên dayînê ye.
 
Etîka biyoetîk an jî etîka Tipê; dema di alî zanista jinê de bê destgirtin, divê ji du esasên li jor me girtiye dest de, serbixwe be. Mirovahiya ku hewl hat dayîn ku ji tenduristiya xwezayî û zanînên tenduristiya çandî bên kurtkirin, ji her demê zêdetir hewce bi jinan zane-şifakar dibîne. Zanîna tenduristiyê mahkumê teknolojiyê hat kirin, bû bazirganî û wek alava tahakumê hat bikar anîn; Ji bo me jinan ger ku zanîna parastina tendurstiyê bi hezkirna xweza- jiyanê û hestiyarî û narînê neyê gel hev, wê ji alavekê wêdetir nîn be. Di encamê de hemû nirxên ahlaqî ya tenduristiyê ji aliyê ZANISTA MÊR  û şaristaniya kapîtalîst ve hatiye jibîrkirinê. Karê me jî eve; bibîrxistinû derbarê heqîqeta tenduristiyê de rêwîtiyeke serbixwe ye.