Divê çawa bê jiyîn?

  • 09:04 8 Îlon 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Ya girîng ev e ku ev têkilî bi hişê hevpar yê jinê bê afirandinê. Bi hevjiyana azad re tê hedefkirin ku xwe bigihînin pîvanên mêr û jina ku tê xwestin. Pîvana esas a xwegîhandina hevjiyana sosyalîst, ekolojîk, xwe naskirine, parastina rêzdariya li hember xwe ye. Divê dest ji têkoşîna ji nûve xwe afirandinê neyê berdan. Firandina polîtîka zayenda azadiyê ye. Di navbera ahlaqê azadiyê û hişmendiya azadiyê de têkilî danîn, avakirina jiyana estetîke."
 
Nagîhan Akarsel
 
Di modernîta kapîtalîst de wek feraseta azadiyê koletiya tê pêşkêşkirin, tê mayîndekirin û rewakirin. Ev feraset azadiyê ji ahlaq bêpar digire dest û dibe sedema herî mezin a nebaşiya têkiliyan. Gelek tevgerên li ser navê şoreşê derketine rê, ev rewşa nebaş berdewam kirine. Têkiliya jin û mêr, wek ecibandin û tercihkirinê derdixe pêş û vê wek azadî vedinasîne.
 
Diyalektîka jin an jî mêrên şer dikin, azad dibin û xweşik dibin piranî di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatiye rojevê. Hişmendiya jinê ya xwebûnê, her wiha xwebûna jinê ya ji aliyê mêran ve nasîn jî bi awayekî xwe nasîn û pêvajoya afirandinê berdewam kiriye.
 
Ev di heman demê têkoşîna ku jin û mêr ji zayendê wêdetir, hev wek heval dibînine ye. Navbera jin û mêr de polîtîka û têkoşîneke ku xwe dispêre felsefe, zanîn û hevaltiyê tê pêşxistin. Ev têkilî ji bo jinê jî ji bo mêr jî di riya xwe naskirinê de, pêngaveke girîng e. Her ku xwe nas dikin, ya rast tercih dikin û xwe digihînin zanîna watedarkirin û hilbijartinê.
 
Lê pirsgirêka esas ev e ku dema hesteke wisa bê di dilê mirovan de rûne wê çi bêkirine. Di vê mijarê de nêzîkatiyek teng an jî ferasteke azadiyê ya burjuvaya biçûk esas bê girtin wê rizandinê jî bixwe re bîne. Dawiya têkiliyên wisa, rêzdariya li hember xwe windakirine, ji nirxên xwe qûtbûne. Di vir de pirsa ev pirsgirêk wê çawa çareser be derdikeve pêşberî me. Pirsa ‘afirandina qadeke taybet ya li gorî venasîna me ya azadiyê pêkane?’ bi wêrekî li bende pirsînê ye. An jî mijara divê têkilî çawabin  û çawa bê jiyîn ya Ocalan, di rojeva me de cihê xwe digire.
 
Xwegîhandina pîvanên azadiyê ji bo jin û mêr destpêkek girîng e. Ji bo azadiyê têkoşîn meşandin, bi nêrînek sosyalîst, di hişmendiya afirandina civakê de bûyîn ferze. Jin û mêr wek destpêkê dikarin ji têkiliyên zayendperest û desthilatdariyê derkevin derve. Divê jin xwe bigihîne hişmendiya ‘ez ez im’. Yanî bibe xwebûn. Xwebûn pêngava yekemîn e. 
 
Ji bo vê jî divê hevzayenda xwe nas bike tecrubeya xwe parve bike û xwe bigihîne agahiyên nû. Divê mêr jî bi rastiya mêr ya tarî re bê rû hev û tirsên xwe ji ser xwe bavêje. Ji ber mêr herî zêde ji tarîtiya xwe ditirse. Di vê qada ku em wek qada desthilatdariya mêr vedinasînin, mêr hewl didin egoya xwe têr bike. Ji bo mêrên wisa ev lêgerîn ji seruveneke bêwate wêdetir nîne. Sedema tenêtî û bi êş a ji jinê venaqete jî ev e. Afrodît evîndarê Adonîse û dawiya wê bi êş diqede. Attîs jî hewl dide bi jinek din bextreşiyê li Kîbele bike. Frîda Kahlo nameyekê ji Dîego re dinivîse û di helbesta ‘tu dizanî min çima dest ji te berda’ gazinca xwe dibêje. 
 
Sira Nîlgun Marmara ya Sîlvîa Plath ji jiyanê qût dike, lêgerîna Sîmon de Beaîuvour ya fêmkirina Jean Pauol Sartre û tevî evîna mezin a Rosa Luxemburg a li dijî Leo, bêhêvî û têkçûn gelek tiştên ku jin dijîn vedibêje. Furug Ferruhzad digot ‘Min hêviyên xwe da mêrekî ku evîna min pîhin dikir min çi daye helal be, lê min dile xwe da kesekî tu tûne dihesibîne’.  Mêr hestên jinan fêm nake û ev jî mijareke din ya nivîsandinê ye. Lê tişta li vir em li ser disekinin ev e ku mêrên ku hestên jinan fêm dikin hene an na. An jî di azadbûna mêr de rola jinê çiye. Di afirandina mêrên wisan de rola jinê çiye. Civaka zayendperest tevî vê lêgerînê herî zêde xwe di vê têkiliyê de mayînde kiriye. Bersiva pirsa divê çawa bê jiyîn jî têkiliya wê bi lêkolîn, nîqaşkirin û zelalbûna polîtîkayek zayendî re heye.
 
Di encame de kifşkirina hêza hestî, ji bo vê mirovên rast tecrîhkirin û bi hev re têkoşîn dayîn zehmete. Dema ev kes tê hilbijartin li gorî çi fêmkirin, bi felsefîk, zanistî, sosyolojik û etîk nêzîkbûne û hezkirinê dixwaze. Ji ber giştîbûna rih, fikr û beden esas digire. Jin û mêrên rih, fikr û bedena wan parçe bûye, ne hêsane ku xwe bigihînin vê giştîbûnê. 
 
Ya girîng ev e ku ev têkilî bi hişê hevpar yê jinê bê afirandinê. Bi hevjiyana azad re tê hedefkirin ku xwe bigihînin pîvanên mêr û jina ku tê xwestin. Pîvana esas a xwegîhandina hevjiyana sosyalîst, ekolojîk, xwe naskirine, parastina rêzdariya li hember xwe ye. Divê dest ji têkoşîna ji nûve xwe afirandinê neyê berdan. Firandina polîtîka zayenda azadiyê ye. Di navbera ahlaqê azadiyê û hişmendiya azadiyê de têkilî danîn, avakirina jiyana estetîke.
 
Bi hêza hişmendiya azad û azadiya ahlaqî bersiva pirsa divê çawa bê jiyîn tê dayîn. Ji bo vê jî têkoşînek mezin pêwiste, divê ji tenêtiyê netgirsin û tevî her tiştî dest ji bêhêvitiyê bernedin. Xwebûn girîng e û xwegîhandina hişmendiya xwebûnê ferze.  Di perwerdehî û kampên xweser de parvekirin, bi mêran re nîqaşkirin, nivîsandin, xêzkirin û afirandiya azadiyê ferze.