Têgeha bi zilmê re bûye yek: Desthilatdarî

  • 09:03 22 Îlon 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Di hemû mînakên bexwedanê de aliyekî qestî hebûnê dike heye. Li dijî vê her tim seknek tê nîşandan. Ev sekna li dijî nebaşî û xerabiyê ye. Di vir de têgehên wek zilmê dertên pêşberî me. Ev venasîn jî teşeyê hebûnê vedibêjin. Desthilatdarî, serdestî, destdirêjî, şer, qirkirin û bi koçberkirinê hebû. Em dikarin bêjin modernîteya kapîtalîst xwe bi vê heyî dike.
 
Nagîhan Akarsel
 
Teşeyê hebûnê ya zanista modern çavkaniya wê dike. Zanista modern bi serobinokirina xwezayê pêk hat. Lê di destpêkê de mirovahiyê xweza bi giştî digirt dest. Lê şaristaniyên dewletî û modernîteya kapîstalîst ev berovajî kir û xweza ji derveyê mirovahiyê kirin alav. Ev nesneya zanîn û nezanînê bû. Vê xwe dispart hejmar, pîvan û têkiliya mantiqî. Desthilatdariyê jin, xweza û civak wek nesne girt dest û hebûna xwe domand. 
 
Her zindî ya di dînamîkên jiyanê de cih digire pêvajoyek wan ya hebûnê heye. Piştguhkirina van pêvajoyan û tenê wek mirov venasîn, yek ji nokteyên derketina hêmaya desthilatdariyê ye. Mînak di desthilatdariyên siyasî de em bigirin dest. Hebûn her tim bi dewlet û saziyan re hatiye nirxandin. Di heman demê de wek şert hatiye gotin ku beden divê li gorî armancên desthilatdarî û aboriyê dane pêş. Yên li gorî vê tevnagerin jî nayên qebûlkirin. Hebûnên wisa jî wek kesên nayên naskirin tên qebûlkirin. Ev piştgiriyek mezin dide koletiyê. Yên di gerdûn bêdawî de xwe bê nirx hîs dikin, di her çalakiya ku pêk tîne de xwe sûcdar dibîne.
 
Desthilatdariyan bedena mirovan kir makine û bi wan re hinek tirsan diafirîne. Li Zanîngeha Rojava Prof Dr. Davîd Graeber ku seminer da vê bi du tirsên esas vedibêje; “Ya yekem desthilatdarî di demên vala de kesên xwe nebaş hîs dike diafirîne. Ya din jî  mirovên ku her tim bi tirsa ku wê karê xwe winda bikin û bê navber dixebitin diafirîne. Di encama vê de jî civakên ku bi talîmatan û fermanan tevdigerin tên avakirin. Yanî em dikarin bêjin ku nesneyên dibin makine. Mirovên li xwe biyanî dibin tên afirandin.
 
‘Desthiladarî herî zêde ji ku birîndar bike ew der dibe nasnameya we’
 
Jiyan organîzasyonek çalak a di nav xwe de teşeyên berxwedana dewlemend dihewîne ye. Teşeyeke parastinê ye. Îfadeya  berxwedana parastina rewa ye. Berxwedana pasif, berxwedana çalak, berxwedana sivîl, berxwedana çandî, exlaqî, ekoloji û gelekên din jî wek ku gotina Mîlan Kundera ya wek ‘desthilatdarî herî zêde ji ku birîndar bike nasnameya we ew der e’ piştrast bike, dibe terza jiyan, sekn, çalakî û dengê ji cihê birîndar bilind dibe.
 
Mînak Gandhî dibêje ‘Destûrê nede bila kes bi lingên xwe yên qirêj pê li mejiyên we neke’ û berxwedana navê wê ‘satyagraha’ daniye esas digire. Satyagraha;  Teşeyê berxwedaneke ku rastiyê esas digire û tundiyê bi kar nayne ye. Gandhî di 11’ê îlona 1906’an de li bajarê Johannesburg a Başurê Afrîkayê li salona şanoyê ji bo 3 hezar Hîntiyî; Satyagraha dide fêrkirin û pêk tîne. Rêbezên şexsî yên girîng ku dihewîne jî dikare wek mînakên teşeyê vê berxwedanê bê dayîn. 
 
Yek ji rêbaza din a berxwedanê jî, bîo-polîtîka ya berxwedana li dijî bîog-deshtilatdariyê ye. Bîo-desthilatdarî rêbaza ku kes di bin kontrola xwe de dihêle ye û bi vê jî kes xwe aydê tu derê hîs nakin. Armanca vê jî ev e. Wek Foucault gotiye: “Ev kes li dibistan, nexweşxane, girtîgeh û leşkeriyê tê bêdengkirin.” Tundiyek ku nayê dîtin mijara gotinê ye. Ji rêzefîlman heta sînemayê, ji muzîkê heta wêneyan bi gelek rêbazî ev tê kirin. Li dijî vê tundiya desthilatdariyê pêşxistina bîo-polîtîka gelek girîng e. 
 
Mînakên berxwedana ekolojîk di salên dawî de zêde bûne. Bi taybet jî dagirkirina bi krîza aborî ya global dest pê kiriye û ji tevgerên berxwedanê re Bihara Ereban, Wall Streetê dagir bike, Tevgera Spanyayê, Serhildana Yewnanîstanê, Meclîsa Welatiyan a Tevgerên Gel, Tevgera Karkerên Brezîlyayê, Berxwedana Gezî, Şerên perwerdê ya Şîlî, Tevgera FabrîkayênKarkeran ya Arjantînê, Berxwedana Jiyankirina Heskîfê, Artvîn Cerattepe û gelekên din dikarin mînak bê dayîn. Ev berxwedan ji bo berxwedanên din jî bûne çavkaniya moralê. Têkoşînên ekolojîk û Hawirdorê yên Yekbûyî û Rêxistina Yekbûyî ya Tora Piştevanî û Ragihandinê jî wek rêbaza têkoşîn û berxwedanê di lîteraturê de cihê xwe girtiye.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Jinek herî zêde ji ku birîndar dibe?’ wê bê weşandin.