Ji bo hevsengiya di navbera xwezayê de

  • 09:02 22 Kanûn 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Feraseta ku baskên zanistî vediguherin pîşeyê çavkaniya pirsgirêkên ekolojîk in jî. Parçekirina çavkaniyên xweza û civakê, girêdayê vê rastiyê ye. Qutkirina zanistê ya ji civakê, bi taybet jî ji jinê di heman demê de tê wateya qutbûna ji jiyan û derdorê. Di heman demê de qutbûna ji hişê analitik û hişê hestiyariyê.
 
Nagîhan Akarsel
 
Em êşa hevsengiya rûyê erdê ya xera bûye dijîn. Zimanê hebûnê di gerdûnê de parçe bûye. Biyanîbûna di navbera zindiyan de wate winda kiriye û ev yek jî sedema herî girîng e. Qutbûna cih û dem a mirovan a bi civak û xwezayê re xwe dispêre serdestiyê. Serdestiya xwezayê ya çavkaniya pirsgirêkên civakî û ekolojîk e, bi serdestiya ku mirov li mirovan dike dest pê dike. Di dema ku mirov mirovan serdest dikin, ev bi serdestiya mêran a li hember jinê pêş dikeve. Jin ji aliyê mêran ve tên bindestkirin û ev rastî xwe dispêre bi hezaran salan berê. Rêgeza hebûna gerdûnê yanî diyalektika hebûnê, bi têkiliya serdestiya di navbera jin û mêr de xera dibe. Zîhniyeta serdest a mêr li ser xweza û civakê serdestiyê ava dike û ev her diçe giran dibe.
 
Têkiliya mirovan a bi xwezayê re ewil bi fêmkirina xweza û pîroziyê pêş ketiye. (Abdullah Ocalan, parastina gelekî). Hatiye xwestin ku çavkaniya xweza û jiyanê heman be. Helbesta xwezayê ya Empedokles ji av, agir, hewa û axê pêk tê. Ev nîşan dide ku bandora rêgezên nefret û hezkirinê ji hev cuda dibin. Wek Goethe gotiye ; “Xweza! Bêyî ku hewldanek biçûk jî nîşan bide ji madeya herî hêsan tiştên cuda yên bi heybet ava dike. Hemûya vedişêre. Hemû jî giştîbûnekê ava dikin.” Albert Eînsteîn ku balê dikşîne ser nêrîna mirovan a cîhan li dora wan digere, diyar dike ku mirov hemû xweza, sewal û xwarinan wek  nîmet ji xwe re dibîne û dibêje: “Mirov di gerdûnê de jixwe ji zindiyên din cuda dibînin. Der dorê li dorî daxwazên xwe bi kar tîne. Hildiweşîne tune dike dişewitîne. Lê mirov jî parçeyek vê xeleta gerdûnê ne. Vê red dikin û ji xwe re girtîgehekê ava dikin. Ji vê rizgar bûn azadiya herî mezin e. Ev jî tam ne pêkan e. Lê hewldana vê bixwe azadî ye.”
 
Di vir de nêzîkatiya mirovan li dijî xwezayê nîşan dide. Di çavkaniya pirsgirêkên ekolojîk de jî ev têkiliyên serdest hene. Ji ber vê jî divê krîzê civakî û ekolojîk bi hev re bên destgirtin.
 
Aliyê îdeolojîk ê krîza ekolojîk
 
Zanist û teknîk ji aliyê modernîta kapîtalîst ve bi armanca karê li ser xweza û civakê tê bikaranîn. Ev girêdayê krîza zanist û pergalê ye. Krîza ekolojîk jî îro di asta herî jor de ye û ev ne tesaduf e. Nêzîkatiya modernîteya kapîrtalîst a li dijî jin civak û xwezayê îdeolojîk e. Kapîtalîzm hebûna xwe ji ser van didomîne. Ji ber vê jî dîtina aliyê krîza ekolojîk girîng e. Nêzîkatiya desthildatdarî û tekelên bipêkirinê ya li hember xwezayê ji bo xizmeta wan e. Abdullah Ocalan di pirtûka ‘sosyolojiya azadiyê’ de wiha dibêje: “Divê bê zanîn ku zanista ku ne îdeolojîk e, tê wateya tunebûnê. Ya girîng ev e ku wek îdeolojiya civak û çînan zanist û zanîn bê zanîn û li gorî wê helwest bê nîşandan. Ekolojîk wek yek ji zanistên herî nû, di vê çarçoveyê de cihê wê diyarkirin ne tenê ji bo derdorê ji bo xweza civakê jî wê bibe hêza çareseriya îdeal.”
 
Feraseta ku baskên zanistî vediguherin pîşeyê çavkaniya pirsgirêkên ekolojîk in jî. Parçekirina çavkaniyên xweza û civakê, girêdayê vê rastiyê ye. Qutkirina zanistê ya ji civakê, bi taybet jî ji jinê di heman demê de tê wateya qutbûna ji jiyan û derdorê. Di heman demê de qutbûna ji hişê analitik û hişê hestiyariyê.” (Abdullah Ocalan, sosyolojiya azadiyê). Encama ku ev afiriyandiye di sedsala 21’ê de qirkirina jin, civak û jiyanê ye.
 
Modernîtaya kapîtalîst der barê têgehên jin, civak, jiyanê de di esaa têkiliyê sermaye û desthilatdariyê de dimeşe. Nirxên axlaqî û polîtîk teslîmê çerxa berjewendiyên sermayeyê dike û xweza, civak, jinê dike bin serdestiyê û wek alav digire dest. Feraseta serdestiya mêr, zanista pozîvîtîst li hemû qadên jiyanê xwe bi cih kiriye.
 
Bi globalbûna sermayeyê re moderniteya kapîtalîst derbasî astek nû bûye û tenê mezinbûnê esas digire. Di roja îro de di encama krîza pergalê ya tê jiyîn jî qirkirina jin, civak û jiyanê. Abdullah Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk, li gorî rihê demê çareseriyê îfade dike. Ekolojî û jîneolojî li gorî rihê demî wek du zanistên esas tên pêşberî me. Em ê bi van her du zanistan li ser girîngiya avabûna jiyan û civaka ekolojîk bisekinin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘ji nûve şîrovekirina diyalektîkê’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 19’an a mijara dosya ‘jiyana ekolojîk’ ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.