Di avakirina civaka ekolojîk de rola jinê û jineolojî

  • 09:02 19 Çile 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Divê hevjiyana azad a navbera jin û mêr de bê vakirin û civakîbûna vê bê pêşxistin. Divê têkiliya jin-mêr ya ku bingeha hemû prisgirêkên civakiye, di esasa azadiya jinê de bi awayekî zanistî bê çarserkirin û ev wê hêza esas a civaka demokratîk û ekolojîk jî ava bike. Bêguman jineolojî jî xwedî van taybetiyane ku van derxe holê."
 
Nagîhan Akarsel
 
Rastiya dixwaze xwe bi jineolojiyê bigihîne zanîne jinê û bi vê zanînê analîza dîrok û civakê bike jin e. Zanîn ku bi jinê tê xwestin xwe bigihêjinê armanca ronîkirina têkiliya bi civak û jiyanê re ye. Jineolojî ku di qada zanistin civakî de venasîna hebûna jinê esas digire, di hemû venasînan de bi îdeolojiya zayendî re tê rû hev û van venasînan ji mîtolojiyê heta ol, ji felsefeye heta zanistê bi berfirehî cih digire. Ev encama serdestiya li ser jinê ye. Ji ber vê venasîna ji nû ve taybetiyên xwezayî wê pêngava yekem be.
 
Jin dişibin xweza yekemîn û taybetiya xweza duyemîn temsîl dike. Ji ber vê dar, av, heyv, mar sembolên ku jinan nîşan dide ne. "Tiştên derbarê welidînî, dikeve xeleka hey-av-jin-axê… Di sedema paleolîtîk de teşeyê spiral av û heyvê nîşandide." Mîrclel Elîade gelek sembol û fîgurên nûbûnê dişibîne jinê. Di rastiya civakî û biyolojîk de hevsengiya mehane, enerjiya herikbar, hişê hestyarî û welidîn yê jinê taybetiyên girîng in. Ev ji bo kolekirina jinê û têkiliya wê ya xwezayê hatiye bikaranîn. Jin ji ser van taybetiyan hatiye kolekirin û ev bi mîtolojî, ol, felsefe û zanistê hatine rewakirin. Di vir de hevsengiya mehane a jinê wek qirêjî, nexweşî û lanetî hatiye destgirtin û ev bêguman ne tesaduf e. Êrişek li dijî xweza jinê ye. Hişê hestyarî yê jinê qels nîşandan di encama serdestiyê de hatiye kirin. Yekitiya navbera hişê analitik û hestî de hatiye qûtkirin û ev girêdayê îfadekirina ku hemû rêbazên fikr ya hişê hestyarî ya qelskirinê ye. Enerjiya herikbar a jinê wek pîrebokî, wekê din hatiye venasîn. Hêza welidînê jî wek maşîneya hilberînê hatiye dîtin û li ser bedena jinê serdestî hatiye pêşxistin.
 
Jinê ku şoreşa gund a çandiniyê pêk anî, bi xwezayê re di hevsengiyek mezin de jiyaye, bi hemû zindiyan re bûye heval, di aborî, tenduristî, nirxên civakî ahlaqî, jiyana çandî û her qada jiyanê de bi xwezayê re nav hev de jiyankirin, niha parçebûneke mezin dijî. Di vî alî de jineolojî li dijî vê parçebûnê bi nêzîkatiyek yekbûyî, di esasa hebûna xwezayan de navbera xweza yekemîn û duyemîn de têkiliyê li ser jinan ava dike.
 
Jineolojî ku îdiya hişmendiya jiyanê dihewîne, ji nokteyên ku bêwatebûn tê jiyîn dest pê dike. Ev qada yekemîn jî têkiliya jin û mêr e. "Jin bê venasîn wê mêr jî bê venasîn. Ji mêrtiyê derkevin rê û jin û jiyan dikare bê venasîn. Hebûna xwezayî a jinê hîn bêtir navendiye". (Abdullah Ocalan, sosylolojiya azadiyê) Abdullah Ocalan dema jinê vedinasîne rastiyekê datîne holê. Dibêje dema jin bê veasîn divê bê jî bê nasîn. Têkiliya mêr- jinê di esasa têkiliya serdestî-koletiyê de hatiye teşekirin. Di esasa afrîneriya van her du cudahiyan de hedefa vakirina sentezan hatiye kirin. Di têkiliya hegeomonîk de derfet tuneye ku tecrubyên dewlemend ji têkiliyan derkeve. Lê her du zayend di şert û mercên wekhevî û azadiyê de bin potansiyela wan ya encamên afrîner derxînin holê gelek bilinde.
 
Jineolojiyê di esasa têkiliya jiyan û civakê ya jinê de zanînên xwe dispêrin azadiya jinê derxistine holê û neçare jiyanek watedar pêş bixîne. Ji bo vê gelek girîng e ku li dijî hegemonya mêr têkoşîn bê dayîn û divê mirov bizanibin ku rizgariya jinê dibe rizgariya jiyanê. Her wiha divê zayendperestî ya îdeolojiya desthilatdariyê ve bê deşîfrekirin û li dijî tundiya sistematik ya hebûna jinê tehdîd dike têkoşîna ahlaqî, polîtîk û entelektuel bê kûrkirin, li dijî îdeolojiya malbatê têkoşîn bê pêşxistin. Divê hevjiyana azad a navbera jin û mêr de bê vakirin û civakîbûna vê bê pêşxistin. Divê têkiliya jin-mêr ya ku bingeha hemû prisgirêkên civakiye, di esasa azadiya jinê de bi awayekî zanistî bê çarserkirin û ev wê hêza esas a civaka demokratîk û ekolojîk jî ava bike. Bêguman jineolojî jî xwedî van taybetiyane ku van derxe holê. Azadiya jinê di çavkaniya hişmendiya ekolojîk de bi cih dike û rêbazên têkoşînê pêş dixîne, hişmendiya ku xizmetê ji yekbûna jiyana têkiliyê civakê re dike esas digire. Di avakirina civaka ekolojîk de azadya jinê esas digire. Di ecnama vê de projeya gundê Jinwar a li Rojava hat avakirin derdikeve holê. Beriya em derbasî feraseta jiyana giştî ya li Jinwar hatiye avakirin bibin em li ser têkiliya jineolojî û ekolojiyê ya taybetiyên Şoreşa Rojava ye bisekinin wê hîn baştir be.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê "Li Rojava di avakirina jiyana ekolojîk de pêşengiya jinê" wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji Kovara Jineolojiyê ji hejara 19’an a dosya "Jiyana ekolojîk" hatiye girtin.