Darên li qada gund hatin çandin

  • 09:02 2 Sibat 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Em ji fêkiyên wê fêdeyê digirin, li bin siya wê disitirin, dibe çavkaniya hewaya ku em hilma xwe digirin. Carnan jî wateyê li jiyanê bar dike, bi me dide hîskirin ku em parçeyek xwezayê ne, di lêgerîna wateya gerdunê de çavkaniya ku em pişta xwe dispêrê ne. Dar bi zanîna xwe ya giştî  gerduneke…"
 
Nagîhan Akarsel
 
Çîrokeke darê ya me hemîyan heye. Hem şexsî hem civakî di hişê de yên bi cih bûne. Ji mîtojiyê heta ol ji felsefeye heta zanistê di hemû rêbazên fikir de, di mîtosên vejîna gelan de, di diyalektîfa wateya çandan de dema jiyan tê venasîn, ya ku em serî lê didinê ye.
 
Li gorî taybetiyên erdnîgarî û civaka em lê dijîn, bi wateyan dişibin hev, carnan darek miradan carnan jî dibe çavkaniya jiyanê ya ku em duayen xwe teslîmê wê dikin e. Em ji fêkiyên wê fêdeyê digirin, li bin siya wê disitirin, dibe çavkaniya hewaya ku em hilma xwe digirin. Carnan jî  wateyê li jiyanê bar dike, bi me dide hîskirin ku em parçeyek xwezayê ne, di lêgerîna wateya gerdunê de çavkaniya ku em pişta xwe dispêrê ne. Dar bi zanîna xwe ya giştî  gerduneke… 
 
Di hemû çand û baweriyên ku li çavkaniya hebûnê digerin de jî, tê bawerkirin ku bi kok, gewde û baskên xwe zanîna sê alî ya kozmosun dihewîne. Tê gotin ku bi kokên xwe yê daketiye bin erdê zanîna binê erdê, bi gewdeya xwe zanîna ruyê erdê, bi baskên xwe jî zanîna asmînan dike. Tê gotin ku bi kokên xwe cehnemê, bi gewdeya xwe rûyê erdê bi baskên xwe jî bihûştê dihewîne. Ji bo vê efsun tên gotin, ayet tên daxistin, wek cihê felsefeya jiyanê tê tabîrkirin, fêdeyên wê di alî zanistê de tê rêzkirin. Tê gotin ku bi  marên zanîna binerde dihewînin û qertelên zanîna herî bilind a ezmanan dizanin, daran di parêzin û wateyên pîroz li van sewalan bar dikin. Li ser rûyê erdê jî dibe hilma jiyana mirovan. Wek cîhahne ku jin wek xelekê li dora wê digerin tê vegotin. Têkiliya bi xweza, jiyan, dîrok, civak, çand û kes re vedibêje. Jineolojiya ku li giştîbûna vê zanînê digere di lêgerîna watedarkirina jiyanê de jî dibe çavkanî.
 
Çîrokên daran yên di hişê gelan, bawerî, civak, çand û jinan de cih girtine, bi wateyan tije ye. Selvî dara jiyanê ye. Dara hinarê bihûşt û bêdawîbûnê îfade dike. Ya Çamê wek dara pîroz a şevê dara sala nû ya Noelê ye. Dara tuyê, di mîtolojiyên vejînê de wek dara miradê cih digire. Di mîtolojiyên çîngeneyan de jî wek dara vejîna cihanê cih digire. Di qewmên Çîn û Hînt de dîda di Çermsorên Bakurê Amerîkayê de dar wek eksena cîhanê tê îfadekirin. Di metnên herî kevn ên Hînt de kozmos wek darek mezin tê îfadekirin. Di mîtolojiya Adem û Hewayê de  agahiya dara sêvê tê dayîn. Bi qasî daran wate li baskên wan jî tên barkirin. Baskê defneye serkeftinê, baskê zeytunê aştî û aramiyê, belgên darê mazî jî hêzên îfade dike.
 
Derbarê dara jiyanê ve vegotin li gorî dem, çand û baweriyan biguhere jî wateya hevpar a hemûyan ‘zindîbûna bêdawî û yekitiya xwedavend e’. Piranî li Kabeyê, li Golgota, li Akdag, li Çiyayê Kaf tê dîtin. Ji Serdema Kevir heta dewra fezayê di seranserê rêwitiya xwe de ji bo têkiliya bi jiyan, bereket, bûyerên rihî re bike sembol hatiye bikaranîn û ev sembol jî bûye hêza yekbûna çandê. (Salih Işik, “Dara Jiyanê û Darên Pîroz: Li ser mîtolojiya Çîn û Tirk anîna hember hev”)
 
Çîrokên daran ji me re giştîbûna jiyanê ku gelek wateyên wê yên çandî, dîrokî, siyasî û zanistî hene vedibêje. Dar di heman demê de parçeyek sosyolojiye ne. Ev çîrok, çîrokên ku kes, civak bi xweza û jiyanê re ava dike ye. Her wiha çîroka talankirina çandan û xwezayê ye jî. Em vê zanînê hîs nekin em fêm nakin ku  li Şengalê dar ji aliyê Saddam ve hatine birîn an jî Êzidî bi daran re hatine şewitandin. Em vê hestê ji kurahî hîs nekin, em êşa Silo Qiz yê li Dêrsîmê di bin dara tuyê de dilorîne fêm nakin. Em ê zindiyên li Avustuyayê bi mehan hatin şewitandin, şewata li çiyayê Cudî bi mehan berdewam kir, şewatên li Licê  hatin jiyîn fêm nekin. Em ê peyama ku tevî her tiştî jiyan didome rast fêm nekin. Ligel vê em ê karasetan, guherîna avheawayê, bermahiyên radyoaktif, xwarinên bi hormon, tekonolojiya gene, zêdebûna nifûsê, qirêjiya hewayê, qirêjiya avê, texrîbata daristanan, bê avî, hişkesaliyê baş fêm nekin.
 
Jineolojî ku li zanîna giştîbûnê digere, me têkiliya wê ya bi ekolojiyê re spart çîroka darê. Ji ber ku jineolojî di zanîna giştîbûnê de li yekitiya wate û hestan digere. Hewl dide ku zanîna pêkanîn aku tişta difikire hîs bike, ya hî sike jî pêk bîne. Bi qasî zanînê bawerkirin, bi qasî fêmkirinê jî li ser pêkanînê disekine.
 
*Ev nivîs ji hejmara 19’an a mijara dosya ‘jiyana ekolojîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.