Yekem ku wêneyên wê di dîrokê de cih girtin: Gerda Taro
- 09:11 1 Tebax 2019
- Portre
Sîbel Ozalp
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerda Taro ya şahidiya şerê navxweyî ya Spanyayê kir û hovîtiya hat jiyîn bi wêneyên xwe kir belge, di ser qetilkirina wê re 82 sal derbas bû. Gerda ku wêneyên wê di rupelên dîrokê de cih girtin, yekem windaya jin a dîroka wêneyan e ku 1’ê Tebaxê de hatibû dinê.
Nûçegîhana şerê elman û û wênekêşvan Gerda Taro ku bi eslê xwe Yahudî bû, di şerê navxweyî yê Spanyayê de di bin panzêrê de ma û jiyana xwe ji dest da. Gerda yekem jina wênekêşvan ya di şer de jiyana xwe ji dest dabû.
Di serê sedsala 20’an de li Elmanya, Fransayê û gelek welatên Ewropayê têkoşîna çinî hebû û li her derê pevçûn dihatin jiyîn. Serdest li pey armancên xwe bûn. Yekem windaya jin a dîraka wêneyan Gerda Taro di van salên bi pevçûn de çavên xwe li jiyanê vekirin. Gerda zaroka malbatek esnaf a Yahudî di 1’ê Tebaxa 1910'an de li Stuttgartê hat dinê. Di salên destpêka dibistana seretayî de jî şerê yekem yê cîhanê dest pê kiribû.
Bavê Gerda di wê pêvajoyê de li dijî şer derket û leşkerî red kir. Wê demê jî Clara Zetkîn, Karl Lîebknecht, Rosa Luxemburg jî navê wan dihat bihîstin. Di dawiya şerê ku bi mîlyonan kes hatin kuştin de Şoreşa Cotmehê ya 1917’an pêk hat. Piştî têkûçûnna Elmanyayê xizanî û birçîbûn pir zêde bû. Dijminahiya li dijî Yahudiyan jî zêde bû. Yahudî ji bo hinek ji zextan xilas bibin navê xwe diguhertin. Hinekan Elmanya terk dikir.
Bi malbatê re barkirin Leîpzîg e
Gerda di 1929’an de bi malbata xwe re bar kir Leîpzîgê. Li wir bû endamê komeleyek sporê. Komele ji aliyê Yahudiyan ve hatibû avakirin. Gerdayê wê demê sosyalîst Georg Kurîtzkes, Ruth Cerf nas kir. Piştre xwe pêş xist û li dijî pêkanînên faşîzan têkoşîn da. Di amadekariya mîtînga Leîpzîg de aktîf cih girt û birayê wê jî li dijî faşîzmê di rêxistinbûna têkoşînê de cih digirt.
Hat binçavkirin
Di 30’ê Çileyê 1933’an de serokê Elmanyayê Adolf Hîtler bû. Piştî demekê, li hember komunîst,yahudî û demokratan şer da destpêkirin. Pêvajo gelek bi xeter bû. Gerdayê bi cesaretek mezin piştgirî da xebatên KPD’ê. Gerda bi îdiaya tevlî belavkirina belokan (Muxalefeta Sendîkal a Şoreşger-RGO) bûye hat binçavkirin. Du hefte şûnde hat berdan. Gerda piştî demekê çû Parîsê.
Hevnasîna Gerda Taro û Robert Capa
Gerdayê li Parîsê xwe pêş xist û tevlî gelek civînan bû. Di 1934’an di meha îlonê de wênekeşvanê Macar Adre Frîedmann (Robert Capa) nas kir. Bi Rober re li Parîsê çalakiya karkeran kişand. Têkiliya wan her çû pêş ket. Li Parîsê çalakiyên karkeran didomiyan û li welatên din yên Ewropayê jî pisgirêkên din derketin holê û faşîst Francîsco Franco û generalên din bi darbeyek leşkerî desthilatdariya Spanyayê xespkirin. Gerda bi dildarî çû Barcelonayê û hovîtiya şer nîşanê hemû cîhanê da.
Gerda û Robert wek nûçegîhanên şer li Spanyayê bûn
Gerda Taro û Robert Capa wek nûçegîhanên şer li Spanyayê enî bi enî digeriyan û gelek caran bi mirinê re hatin rû hev. Gerda Taro di 25’ê Tîrmeha 1937’an de di bin panzêreke aydê Naziyan de ma. Bi birîndarî rakirin nexweşxanê lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Piştî Gerda Taro…
Piştî Gerdayê jiyana xwe ji dest da hevalên wê di 1’ê Tebaxê ku rojbûna wê bû de li Parîsê merasîmek mezin pêk anîn. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Gerda bûn. Di merasîmê de Pablo Neruda û Louîs Aragon axaftin kirin. Merasîma cenazê li dijî faşîzmê bû manîfestoya berxwedanê.
Gerda ku hîna 27 salî bû ji aliyê faşîstên Elmanyayê ve hat qetikirin, rojava demek dirêj der barê mirina wê de bêdeng man. Leîpzîgiyan di her derfetê de navê Gerda Taro dan jiyankirin. Navê wê ligel yê Georgî Dîmîtrov nivîsîn û li kolanekê kirin.
Piştî salan şûnde pêşangeheke ji wêneyên wê pêk dihat li New Yorkê hat vekirin. Di 1994’an de jî pirtûka biyografiya wê ji aliyê Irme Schaber ve li Stuttgartê hat çaprkirin. Li Stuttgartê navê wê li qadekê hat kirin.