Pervîn Buldan: Wê mirovahî bi têkoşîna me bi ser keve
- 14:31 24 Mijdar 2020
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku bi giştî di serdema îqtîdara AKP'ê de qirkirina jinan roj bi roj zêde bûye û wiha got, "Wê cîhan bi me biguhere, welatê me wê bi têkoşîna me biguhere, mirovatî wê bi têkoşîna me bi ser keve."
Hevseroka Giştî a Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di Civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tunidya li Jinê, li hemû maseyên rûniştinê dowîzên “Jin jiyan Azadî”, “Peymana Stenbolê Dide Jiyîn” û “Em li dijî tundiya dewletê - mêr li her qadê di têkoşînê de ne” hatin bicihkirin. Jinên ku tevlî civîna komê bûn, rûpoşên xemrî yên “Em di têkoşînê de ne” li ser nivîsandibûn dan ber dev û rêyê xwe.
Berî axaftina pervînê, sînevîsyona balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana jinan hat temaşekirin.
Pervînê, hemû jinên têkoşer û berxwedan silav kirin û wiha axivî: “Xwişkên Mîrabal, tundî û komkujiyên dîktatoriya zilam li ber dîrokê teşhîr kirin. Li dijî zilmê û kedxwariyê serî rakirin. Bi têkoşîna xwe dîktatorek têk birin û ev jî nîşanî tevahiya jinên cîhanê û mirovahiyê dan. Ez îro ji vê derê Xwişkên Mîrabal û jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û heskirin bibîr tînim. Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me qezen bikin.”
'Qetilkirina jinan zêde bû'
Pervînê, bal kişan ser polîtîkayên AKP’ê yên 18 salan ên li dijî jinan û ev nirxandin kir: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de, komkujî, tundî, sûc û kedxwariya li dijî jinan zêde bûn. Di vê 25’ê Mijdarê de jî, karneya mafên jinan a li Tirkiyeyê, ji tabloyek reş xirabtire. Di sala 2013’an de 237 jin hatin qetilkirin û di sala 2019’an de 474 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de jî 453 jin bi tundiya mêr re hatin qetilkirin. Ger gotin di cih de be, komkujî û jenosîda jinê pêk hatiye li Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan pir zêde ye. Êdî rewş wisan bûye ku li herderê tundî li jin tê kirin. Êdî li welat tu ewlekariya jinan ne ma ye.”
‘Dê têkoşîn bidome’
Pervînê, axaftina xwe wiha dewam kir: “Her roj jin bi awayên cuda tên qetilkirin û em şahidiya vê yekê dikin. Ji Nadîra Kadîrova bigirin heta Pinar Gultekîn, Gulîstan Dokû û Îpek Er, her sal bi sedan jin li vî wlatî ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji ber ku naxwazin jinan biparêzin û ewlekariya wan bigirin. Jinan di encama têkoşînek mezin de, Peymana Stenbolê bi dest xistyin. Lê ji ber ku peyman nayê bi cih anîn, her roj tên qetilkirin, rastî tundî, tecawîz û kedxwariyê tên. Li şûna ku desthilatariya AKP’ê vê yekê bibîne û ewlekariya jinan bigire, tenê li cudana mêran difikirie. Lê heta ku qanûn bêyî kêmasî bên bicihanîn, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku komkujiyên jina bi dawî bibin, divê dest bi bernameyeke çalakiyan a lezgîn bê kirin.”
'Divê cezayên pêwist bên dayîn'
Pervînê, bal kişand ser polîtîkayên ne cezakirina bersûcên jinan û ev peyam da: “Daraz bi polîtîkayên ne cezakirinê, piştgiriyê dide mêrên sûcdar. Faîlên jinan ên hêzên leşkerî yên li bajarên kurdan ku li dijî jinên kurd sûc kirine tên parastin. Em baş dizanîn ku tundî, destdirêjî, tecawîz û qetilkirinên li dijî jinan perçeyeke polîtîkayên şerê taybetin. Ji ber vê faîlê Îpek Er, çawîşê pispor Mûsa Orhan hat berdan. Dîsa sedama parastina Zaynal Abarakov ê bûye sedama windabûna Gulîstan Dokû çiye em baş dizanin. Em ji vê derê cardin bang dikin, dest ji parastina faîl û bersûcên jinan ên xwe li pişt cilên permî vedişerên berdin. Divê cezayên pêwîst li van êrîşkaran bên birîn. Heya ku bersûcên jinan bên cezakirin emê têkoşîna xwe her tim dewam bikin.”