Salîha Aydenîz: Ji bo parastina destkeftiyan yekitî hewce ye
- 09:15 15 Kanûn 2020
- Ramyarî
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê hewcedariya yekitiyê carek din derxist holê û got: "Li başûr ji bo statuyê gelek bedel hatin dayîn û divê îro ji bo xwedî li derketina destkeftiyên bi salan hewldanek hevpar bê nîşandan û ev tişt jî avakirina yekitiya neteweyî ye."
Li Herêma Federal a Kurdistanê pêvajoyek germ heye û li hemberî polîtîkayên ku tên meşandin bertek û nerazîbûn zêde dibin. Polîtîkayên Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, ambargoya li hemberî Mexmûrê, hevpeymana Bexda-Hewlêrê û pêwistiya yekitiya neteweyî rojevên serekê yên herêmê ne. Her wiha bi rojane li herêmê karmend li kolanan ji bo mûçeyên xwe bigirin di nava çalakiyan de ne. Derbarê geşedanên siyasî yên herêmê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji ajansa me re axivî.
'Li Başûr 37 baregehên leşkerî hene'
Salîha, destnîşan kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê 37 baregehên leşkerî ya tirkan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kolanên başûr wekî baregehên MÎT'ê ne. Ev der hatiye dagirkirin. Li vir gel bedelên gelek mezin dan û hatin wê astê û statuyek bi dest xistin. Divê bi gel re hemû biryar bihata girtin. Îro bi meha ne karmend nikarin mûçeyên xwe bigirin. Li dijî wê yekê niha çalakiyên protestoyê li dar dixin. Li hemberî çalakiyan mudaxaleyekê tund tê kirin. Divê polîtîkayên li herêmê carek din ber çav bê derbaskirin. Divê li gorî berjewendiyên civakê polîtîka bên afirandin."
'Ambargo parçeyek ji dagirkirinê ye'
Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha bi lêv kir: "Di salên 90'î de li dijî zext û zordariyên dewleta tirk kurd berê xwe dabûn başûrê Kurdistanê. Maxmûr di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê Tirkiye dikare ambargoyê dayne ser wargehê. Ew ambargo ne ambargoyekî wisa ji rêze ye. Polîtîkayên ku li hemberî wargehê pêk tê polîtîkayêkî dijminatiyê ye. Em dizanin ku arman tunekirina destkeftiyên kurda ne. Ambargo jî parçeyekî dagirkirinê ye. Li hemberî statuya wargehê êrîşek heye."
'5 hezar êzidî hatin revandin'
Salîha, diyar kir ku hikûmeta Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê lihevkirin û got: "Di sala 2014'an de ji hêla DAÎŞ'ê li hemberî Şengalê êrîşek pêk hat. Kesên ku divê êzidiyan biparêz e li cihê bûyerê reviyan. Ji ber ku ji hêla hikûmeta Bexda û Hewlêrê ne hatin parastin 5 hezar êzidî hatin revandin, bi hezaran êzidî hatin kuştin. Êzidî dizanin ku ev hêz tu carî parastina êzidiyan nakin. Ji ber vê jî li dijî vê hevpeymanê derdikevin. Êzidî li dijî fermana 75'emîn dixwaze parastina xwe bike. Divê hikûmetên Bexda û Hewlêrê li gorî daxwazên êzidiyan tevbigere."
'Divê demildest yekîti pêk bê'
Salîha, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke kurd yekitiya xwe ava neke dê her tim bi êrîşên wisa re rûbirû bimîne. Di dîrokê de mînakên wê gelek in. Em di nava pêvajoyekî dîrokî de ne. Kurd dikarin bi yekitiyê hemû destkeftiyên xwe biparêz in. Lê wisa neke jî dê nikare xwe bighîne tu mafan. Tişta ku em bikin tenê avakirina yekitiya neteweyî ye. Divê kurd biryara xwe birêvebirinê bide. 40 sal in kurd berxwedaneke mezin da, niha nûnerên her saziyên kurdan hene, Gelê Kurd gihaştiye zanebûnekî û werektiya wê gelî jî heye. Tişta kêm jî yekitiyê û divê demildest ev tişt pêk bê."