Gulistan Kiliç Koçyîgît: Qetilkirina rojnamegeran sûcê şer e

  • 14:14 26 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser qetilkirina rojnamegeran û got: "Mixabin Tirkiyeyê li Silêmaniyê gelek caran cihên sivîl lê dijîn, wesayîtên sivîl hedef girtine, mirovên li wir, xebatkarên Çapemeniya Azad ên li wir qetilkirine sûcê şer kiriye."
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rojevê li Meclisê civîn li dar xist û rojev nirxand. 
 
Gulistan, têkildarî xebatkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişa dewleta tirk de hatin qetilkirin axivî û wiha got: “Ez dixwazim xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku pênûsa xwe li erdê nahêlin, li qadan, meydanan û qadên têkoşînê ji bo mafê gel ê agahîwergirtinê tevî şert û mercên zehmet ên li tevahiya cîhanê, yên ku ji eniyên şer weşan dikin û çi dibe bila bibe gavekê jî paşve navêjin silav dikim."
 
Gulistan, da zanîn ku dewleta tirk bi êrişa li dijî rojnamevanan re “sûcê şer” kir û wiha domand: “Ev înfazeke bê daraz e. Heke hûn bi SÎHA’yan biçin û li qada hewayî ya welatekî din cih û warên sivîlan hedef bigirin û di encama wê hedefê de hûn xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan û mirovên li wir dijîn bikujin, ev yek weke înfaza bê daraz tê binavkirin. Di şer de jî dest li rojnamevanan nayê dayîn. Lê mixabin Tirkiyeyê li Silêmaniyê gelek caran cihên sivîl lê dijîn, wesayîtên sivîl hedef girtine, mirovên li wir, xebatkarên Çapemeniya Azad ên li wir qetilkirine sûcê şer kiriye.
 
Berpirsyarê komkujiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Desthilata ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nake, her cihî vediguherîne qada şer, hema hema li her metreçargoşeya başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike û bi peymanên leşkerî re hewl dide deriyê şerekî nû veke, ji van mirinan berpirsyar e.”
 
Gulistan, diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê bûyerên tundiyê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP çanda tundiyê û lîncê organîze dike. Tundî weke şewbê belav dibe. Desthilateke ku dijminê jinan e; her roj lê her roj qestî jiyana jinan dike. Vê tundiya ku digihe qirkirina zayendî xwedî dike. Heke van faîlan bizanîbûya sûcên ku dikin bêceza namînin êdî ev sûc nedikirin. Em bi çandeke lîncê re rûbirû ne. Divê herkes li dijî vê risk û tundiyê helwestê bigire. 
 
Kesên ku li muzîkên kurdî govendê digerînin, kesên stranan dibêjin tên girtin û êriş li wan tê kirin. Li cihekî ku daraz û desthilat di bûyerên bi vî rengî de aliyan digire, nîjadperestan diparêze; Şert û mercên axaftina li ser aştiya civakî û jiyana bi hev re, ji holê radibin. Îro desthilata AKP’ê bi polîtîkayên xwe civakê dike du parçe. Bi rastî jî cihekariyê dike. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê em bi milyonan in, xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne. Em ne mevanên vî welatî ne. Helbet em ê di her bihosta vî welatî de biaxivin.” 
 
Gulistan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Erdogan duh li Bedlîsê got; ‘Êdî rojên ku gelê me ji ber nasname û zimanê xwe tên dîkekirin bi paş de man. Rojên zext û qedexeyê ji bo ku êdî careke din neyê bi temamî bi paş ve man. Li hawîrdoreke ku kesên govendê digerînin tên girtin, kesên stranên kurdî dibêjiin tên derbkirin û lînckirin, em ji Tayîp Erdogan re dipirsin; Çawa dibe ku zext û qedexe ji holê rabûne û mirov ji ber neteweya xwe rastî cihekariyê nayên. Heke bizivire û tenê li daxuyaniyên hevkarê xwe yê biçûk ên hefteya dawî binêre, wê heqîqetê û rastiyê bibîne. 
 
Lê peywîra wî ne dîtina rastiyê ye. Peywîra wî ew e ku rastiyê reş bike, ferasetê û manîpulasyonê ava bike. Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd û kurdî re li ser piyan li çepikan bide. Di vî warî de em bi polîtîkayeke ku ji feraseta 12’ê Îlonê û Kenan Evren xerabtir re rû bi rû ne.”
 
Gulistan, her wiha bal kişand tiştên ku Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin û gef lê hatine xwarin û gardiyanan êrişî wî kirine jiyane û rewşa girtiyên din û bertek nîşanî vê yekê da. Koçyîgît, gotinên girtiyên din bi rêya malbatên xwe ragihandine jî bi bîr xist û xwest ku Wezareta Dadê îdiayên tecrîd û îşkenceyê di cih de lêkolîn bike.