Li Tebqa û Helebê bi boneya 25ˋê Mijdarê çalakî
- 21:49 10 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqa û Helebê bi boneya 25ˋê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.
Akademiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê dewreya şehîd Jînda Cûdî ya perwerdeyê, bi dawî kir. Perwerde 25 rojan dom kir û tê de 20 jinên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê beşdar bûn. Beşdaran dersên fikrî yên di çarçoveya 25ˋê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de standin.
Şahiya derçûnê li navenda akademiyê ya li ber bendava Firatê ya Tebqayê li dar ket. Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê beşdar bûn.
Di serî de yek ji beşdarên perwerdeyê Wefa Mihemed kêfxweşiya xwe anî ser ziman û soz da ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û li gorî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan civakeke demokratîk û azad ava bikin.
Hemwextî ragihandina Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan bi boneya 25'ê Mijdarê, beşdaran bi peyaman soza xurtkirina rola jinan di civakê de, şopandina rêya neteweya demokratîk û rizgarkirina tevahî jinan ji bindestiyê, da.
Piştre yek ji beşdarên perwerdeyê Weid El Hemade helbest li ser têkoşîn û azadiya jinan xwendin.
Heleb
Girêdayî heman mijarê, Kongra Star a Helebê bi dirûşma "Bi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" li hola civînan a 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl, komîn û şêniyên Helebê beşdar bûn.
Di serî de hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Gelhat, Şiyar Mihemed belavokên Akademiya Perwerdeyê ya Kongra Star ên li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û hejmar û belgeyên fermî, xwendin.
Piştre endama Kongra Star a Helebê Zinarîn Cindirêsê li ser cûreyên tundiya li ser jinan a ku ji aliyê hişmendiya serdest ve tê meşandin, axivî.
Zinarîn Cindirêsê diyar kir ku şopandina fikrên Abdullah Ocalan rêya tekane ya rizgarkirina jinan û civakê ye.