'Em ê li dijî zîhniyeta serdestiya mêr rawestin'

  • 09:02 13 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
WAN- Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Guneş Ogmen Korkmaz der barê "Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê" ku ji aliyê Şaredariya Artemêtê ve hatiye îmzekirin got, "Ji bo ku em hemû jinên di nava şaredariyê de ji tundiyê biparêzin me ev belgeya helwestê amade kir. Ev tenê destpêk e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê ji bo jinan xebateke baştir bikin."
 
Şaredariya navçeya Artemêta ya navenda  Wanê ji bo ku tundî û tacîza dibe li şaredariyê li ser jinan bê kirin asteng bike"Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê"îmze kir. 
 
Şaredar Rabîa Başak Koç û endamên Meclîsa Şaredariyê Medya Mermit û Guneş Ogmen der barê "Belgeya Helwesta ya Li Dijî Tundiyê" ku îmze kirin de nirxandin kirin.
 
'Em di her aliyê jiyanê de hebûn û em ê hebin'
 
Hevşaredara Artemêtanê Rabîa Başak Koç jî diyar kir ku wan weke Şaredariya Artemêtanê îmze avêtine binê destkeftiyeke nû û got, “Bi vê belgeyê me diyar kir ku em ê li dijî tundiyê û mobîngê bi xebatkarên şaredariyê û hevalên xwe yên jin re bin.  Di her şert û mercan de li dijî zîhniyeta mêr em ê li gel hevalên jin bin. Me soz da ku em ê li kêleka hemû hevalên xwe yên jin, dayik û ciwanên ku di hemû yekîneyan de dixebitin bin û li dijî zîhniyeta serdest a mêr a bi salan e tê meşandin,  helwestê nîşan bidin. Em jin hebûn, em hene û em di her qada jiyanê de hebûna xwe bidomînin."
 
'Li dijî tundî û zordariya li ser jinê me peyman îmze kir'
 
Endama Meclîsa Sharedariya Artemêtanê Media Mermit jî got, “Me peymaneke ya bi vî rengî li dijî tundiya derûnî û zexta li ser jinan a li kargehên cîhanê îmze kir. “Ji ber ku di van demên dawî de tundî û tacîza li ser jinan zêde bûye, daxwazeke me ya wiha ji hemû şaredariyên me heye."
 
'Ev tenê destpêk e'
 
Herî dawî endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Guneş Ogmen Korkmaz jî diyar kir ku beriya ku şaredariyan bi dest bixin wan sozek bi vî rengî dane jinan û got, “Weke Şaredariya Artemêtanê me belgeya helwesta li dijî her cure tundiyê îmze kir. Ev yek ji projeyên me bû û me îro pêk anî. Ji bo hemû jinên di nava şaredariyê de ji tundiyê biparêzin me ev belgeya helwestê amade kir. Ev tenê destpêk e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê ji bo jinan xebateke baştir bikin."