Di ser şewata Sînemaya Amûdê re 64 sal derbas bûn

  • 09:05 13 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 64 sal berê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di şewata ku li sînemayekê derketibû de 283 zarokên kurd şewitîn. Di ser şewata Sînemaya Amûdê re 64 sal derbas bûn lê belê birîna kesên ji wê rojê bi bandor bûne hîn nehatiye kewandin. 
 
Di 13'ê Mijdara 1960'î de 283 zarokên Kurd dema li Sînemaya Amûdê li fîlm temaşe dikirin, di nava agir de bi awayekî dilbiêş jiyana xwe ji dest dan.
 
 Tevî ku 62 sal di ser re derbas bûne jî sedema şewatê nehatiye eşkerekirin, lê hemû delîl nîşan didin ku bûyer komkujiyek plankirî ye. Tevî ewqas sal ji ser vê bûyera xemgîn derbas bûne jî lê belê şahidên wê serdemê hîn jî dema qala wê rojê dikin wekî ku mirov ji nû de bijî bandorekê dike. 
 
Fîlmê "Sûcê Nîvê Şevê" wê rojê li Sînemaya Amûdê ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê dihat nîşandan. 500 zarokên Kurd li eywana ku divê 130 kes tê de bin, bi cih kirin.
 
 Dema zarokan li fîlm temaşe dikirin agir bi sînameyê ket. Ji ber ku hêzên rejîma Sûriyeyê di dema şewatê de derî venekirin 283 zarok şewitîn. Leşkerên Sûriyeyê yên ku derî li ser zarokan digirin û piştî ku agir bi sînemayê dikeve derî venakin, bûn sedema şewitandin zarokên temenê wan di navbera 8 û 14 salî de bûn. Ji vê helwestê jî mirov fêhm dike ku ev komkujiyeke sîstematîk bû û hat xwestin zarokên kurdan bi zaneyî bên qetilkirin. 
 
Tedbîrên hiqûqî nehatin girtin
 
Piştî bûyerê der barê rayedarên salona sînemayê de tu tedbîrên hiqûqî nehatin girtin. Lê belê bi biryareke lezgîn mafê şînê yê qurbaniyan hat qedexekirin. Gelek zarokên ku hîn wê di siberoja xwe de biban xwediyê xeyalê xwe, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Siberoja 280 zarokî hat tarîkirin. 
 
Dema hewl da zarokan rizgar bike jiyana xwe ji dest da 
 
Dema zarok dişewitîn kesên şahidên wê bûyerê jî hewl dan zarokan rizgar bikin. Kesên ku bûn şahidên wê rojê hîn jî dema wê rojê bi bîr tînin, dilê wan disote. Mihemed Seîd Axayê Deqorî jî wê rojê gelek zarok ji mirinê rizgar kirin. Lê dema hewl dida zarokan rizgar bike, ket bin stûneke ku ji ber şewatê hilweşiya û jiyana xwe ji dest da.
 
Gelek zarokan cara ewil sînema dîtibûn 
 
Hinek şahidên wê demê tînin ziman ku wê demê sînema bi mirovan xerîb dihat. Tiştekî nû bû. Hinek zarokan kincên xwe yên nû li xwe kiribûn û çûbûn sînemayê. Gelek zarokên wê demê jiyana xwe ji dest dan cara ewil sînema dîtibûn. 
 
Lêpirsîn jî nehat kirin 
 
Wekî her çar aliyên Kurdistanê li Amûdê jî hat xwestin ev bûyer bê zelalkirin. Lê belê rejîma Sûriyeyê ji bo ev bûyer neyê eşkerekirin çi ji destan hat kir. Di ser komkujiyê re 62 sal derbas bûn, lê xizmên qurbaniyan hê jî li bendê ne ku rastiya bûyerê eşkere bibe. Dîsa yek ji şahidên komkujiyê Mihemed Emîn Ebdûlselam jî diyar kir ku di bûyera ku bi sedan zarok hatin qetilkirin de lêpirsîn jî nehatiye kirin.
 
Komkujiyeke plankirî 
 
Piştî bûyerê yekser rayedarên Sûriyeyê gotin, “Ev qeder e. Tiştekî bê kirin tune ye” û diyar kir ku şewata sînemayê ji ber xeletiyeke teknîkî derketiye. Lê belê di dema bûyerê de ti teknîsyen û xebatkarên sînemayê zirar nedît, leşkeran mudaxele nekir, derî hatin kilîtkirin û lêpirsîn nehat kirin. Vê yekê jî îşaret dibir ser komkujiyeke plankirî. 
 
Avakirina sînemayeke nû 
 
Komuna Fîlman a Rojava jî diyar kiribû ku wê ji bo bibîranîna kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bide jiyîn, wê bi piştevaniya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê sînemayeke nû ava bikin. 
 
Li kêleka sînemayê pirtûkxaneyek jî tê çêkirin
 
Ji Ofîsa Kontrola Teknîkê ya Şaredariya Amûdê Dorîn Deqorî, di roportaja xwe ya ku dabû NÛJINHA'yê de bal biribû ser avakirina sînemayeke nû. Dorîn Deqorî, wê demê kesên di Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîbû û gotibû “Armanca ji nû ve avakirina sînemayê, bîranîn û zindîkirina şehîdên me yên di şewata sînemayê de jiyana xwe ji dest dane ye. Qada sînemaya me ya nû 162 metre ye û bihayê wê jî 346 hezar û 326 dolar e. Projeya ji nû ve avakirina avahiya sînemayê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê û Civaka Sînemaya Rojava ve hat pêşniyarkirin. Weke Buroya KontrolaTeknîkî ya Şaredariya Amûdê me di 31’ê Tebaxê de dest bi çêkirina sînemayê kir û xebatên me berdewam dikin. Ji bilî sînemayê em ê pirtûkxaneyekê jî ava bikin û di pêşerojê de dê gelek beş bên avakirin.
 
Dê di pêşerojê de gelek projeyên bi kêrî civakê bên kirin. Di plansaziya me de gelek tişt hene. Em ê di paşerojê de pirojeyên gelek baş pêk bînin, ji ber ku em ji bo gel û civaka xwe kar dikin."